Li Şirnexê dewletê nexşeya qirkirina nijadî xêz kir
09:46
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewletê daxwaza xwerêveberiyên cewherî, bi êrîşên qirkirinê bersivandin, ji bo êrîşan jî bi dawî bike, hemû bajêr bi çekên giran dirûxîne. Dewleta ku di destê wê de nexşeya hilweşandinê heye, dixweze 4 taxan bi tevahî hilweşîne û wekî cihê perwedeya tîmên taybet ava bike.
Berxwedana xwerêveberiyên cewherî ya li Şirnexê berdewam dike. Her çendî hêzên dewletê diyar bikin ku "operasyon berbi dawî ve diçe" jî bajar bi tevahî ji hêla hêzên dewletê ve tê hilweşandin. Cerdevanê li 23'emîn Fermandariya Tumenê ya Sînor nobetê digire, aşkera kir ku nîşeya di destên leşkeran de dide xuyakirin ku dê beşeke mezin a bajêr bi tevahî bê hilweşandin.
Li Şirnexê dest bi hilweşandinê kirin
Cerdevanê ku nexwest navê xwe bêje, destnîşan kir ku di destên leşkeran de nîşeya ku bajarê çawa bê hilweşandin heye û qada mijara gotinê dê tîmên taybetên ku nû sewqî herêmê hatine kirin, dê lê bên perwerdekirin. Cerdevan da zanîn ku dê gelek herêm bi tevahî bên hilweşandin û bi nîşeya di destê wan de jî gelek herêm bi rengên sor hatine xêzkirin û dê bi zorê bên hilweşandin.
Malên DBP û HDP'iyan dê bên hilweşandin
Cerdevanê mijara gotinê got ku dê taxên wekî Bahçelîevler, Yeşîlyurt, Dîcle û Yeniyê bi tevahî, dê taxên wekî Cumhuriyet, Îsmetpaşa û Gazîpaşa jî dê beşeke mezin bê hilweşandin. Dîsa heman cerdevanî destnîşan kir ku dê gelek avahiyên li taxên wekî Tekser, Vakifkent, Omerkoy û Gundogduyê jî bên hilweşandin, hat zanîn ku gelek malên li vir aydê malbatên DBP û HDP'ê ne.
Dê perwerdeyê bidin tîmên taybet
Cerdevan bi lêv kir operasonên li taxê berbi dawî ve diçin, heta niha ji hezarî zêdetir tîmên taybet anîne bajêr û li herêmên mijara gotinê perwerde ji bo wan tê dayîn. Cerdevan derbirî ku dê gelek mal bên hilweşandin û bi tangan ji dûr ve tê topebarankirin.
Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Galîp Mendî jî rojek berê di daxuyaniya çapemeniyê de aşkera kiribû ku ew dê li Şirnex û Nisêbînê piştî operasyon bi dawî bûn, dê 2 hezar tîmên taybet li herdu bajaran bi cih bikin û qadên perwerdeyê ji bo wan vekin.
(kom/zt)