Hêzên artêşa Iraqê ketin Felûceyê

10:54

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên artêşa Iraqê îro roja duşemê karîn bikevin bajarê Felûceyê û operasyon berdewam dike.

Berdevkê Wezareta Parastina Iraqê Resûl Yehya der barê mijarê de agahî da heman çavkaniyê û got: “Em her kû diçin nêzî navenda bajêr dibin. Hêzên me bi temamî bajar dorpêç kirine. Em gihiştin armanca xwe û oprasyona rizgarkirinê berdewam dike.”Yek ji endamên servîsa hêzên taybet ê Iraqê, Ziya Samir duh ragihandibû ku hêzên wan ketine kampa Tariq li derdora bajarokê Felûceyê.

Operasyona rizgarkirina Felûceyê ji roja 23’ê Gulanê ve destpê kir. Operasyon ji baskên cuda ve hat meşandin û ji rojhilat û başûrê bajêr ve hêzên Iraqê ber bi rizgarkirina bajêr ve ketin nav tevgerê. Ev operasyon bi tevlîbûna 22 hezar hêzên artêşa Iraqê, Polîs, Yekîneyên dije teror, eşîrên herêmî hat destpêkirin. Bajarokê Felûceyê ser bi parêzgeha Enbarê ye. Dikeve 50 km rojavayê Bexdayê. Felûce di destpêka sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin.

(rc)