Li Konê Fitarê wê bi hezaran Fitara xwe vebike
10:57
JINHA
AMED - Şaredariya Peyasê ya Amedê di meha Remezanê de wê li hewşa Nexweşnaxeya Herêmê ya Perwerde û Lêkolînê konê fitarê veke. Ji bo nexweş û malbatên nexweşan û xwarinê li 1000 kesan belav bike.
Di meha Remezanê de Şaredariya Peyasê wê li hewşa Nexweşnaxeya Herêmê ya Perwerde û Lêkolînê konê fitarê veke, ji bo nexweş û malbatên nexweşan. Şaredarî konê fitarê yê ku vebike dê xwarina germ li 1000 kesan belav bike. Ji alî Şaredariyê ve daxwiyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin, "Ji ber ku nerxweşxaneya Herêmê ya Perwerde û Lêkolînê nexweşxaneya herêmê ya herî mezin e û ji navenda bajêr gelekî dûr e, di wexta fitarê de hemwelatî ji bo tengasiyan nekişîne pêdivî bi konê fitarê ve heye da ku nexweş û malbatên nexweşan karibin fitara xwe bi rihetî vebikin. Şaredarî weke hersal dê îsal jî konê xwe wê li hewşa nexweşxanê vebike û di meha remezanê de her roj ji bo 1000 kesan xwarina germ belav bike."
(rc)