Sivil hedef girtin û bombabaran kirin!

11:01

JNIHA

ŞIRNEX - Derket holê ku Fermandariya Alaya Bêcuhê bi tangên ku li barafihê bi cih kirine, 40 welatiyên Roboskê bombe kirine û Vedat Encu yê 16 salî qetil kirine.

Şevê din saet di 21.30'an de leşkerên Fermandariya Alaya Bêcuhê ya Qilebana Şirnexê welatiyên li ser sînor ên Roboskê bi tang û topên obusê bombe kirin. Di bombebaranê de zarokê 16 salî Vedat Encu qetil kirin û 5 welatî jî birîndar kirin. Herî kêm 40 welatî jî piştî êrîşa tang û topan derbasî milê din ê sînor bûn û agahî ji wan nayê girtin. Derket holê ku koma welatiyên bazirganiya sînor dikin ji aliyê tangên ku li Barageha Leşkerî ya Fermandariya Alaya Bêcuhê ve hatine bombekirin.

Di êrîşa bombeyî de ji ber ku perçeyê bombeyê li pişta Vedat Encu ket, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, Welatiyên bi navê Yilmaz, Suvar, Îbrahim û Ozgur Encu jî birîndar bûn. Ji ber bombebarana zêde welatiyên din jî derbasî milê din yê sînor bûn û agahî ji wan nayê girtin. Piştî bûyerê welatiyên gundên Roboskê û Bêcuhê çûn cihê bûyerê.

Malbata Vedat Encu û birîndarên din cûn cihê bûyerê cenaze û birîndarên xwe wergirtin. Rewşa Yilmaz Encu giran û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê dermankirin. Cenazeyê Vedat Encu jî li morga nexweşxaneya Şirnexê tê rawestandin. Rayedarên leşkerî ji bilî Bavê Vedat Encu Mehmet Encu destûr nadin ku kesekî din wekî refaqatçî têkevin hundir. Li gundê Roboskê rageşî didome. Piştî bûyerê li malbata Vedat Encu şîn hat danîn. Hat zanîn ku piştî otopsiyê dê cenazeyê Vedat Encu bibin li Roboskê defin bikin. Hat zanîn ku destûr nehat dayîn ku cenazeyê Encu li tenişta yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane defin bikin. Dayika Vedat Encu Hacer Encu êrîşa dewletê şermezar kir.

(kom/zt)