'Emê xwedî li DÎHA’yê jî û mafê girtina nûçeyan jî derkevin’

09:06

JINHA

AMED –Rojnamegeran, girtina nûçegîhanên DÎHA’yê ku rastiya şerê li Kurdistanê tê jiyîn didin bihistin, nirxandin û gotin dema ku desthilatdarî zêde sûcan dike êrîşê rojnamegeran dike û got ew wê xwedî li DÎHA’yê û pîşeya xwe derkevin.

Nûçegîhanên DÎHA’yê ku rastiya şerê li Kurdistanê didin bihistin û bûyerên wekê ku cenazeya Taybet İnan 7 rojan li kolanê ma, cenazeyê Cemîleyê di cemidankê de hat veşartin û mirina bebek Mîray wan da bihistin û yek ji van bûyeran ji aliyê çapemeniya tirk ve nehat dîtin, niha bi zext, girtin û îşkenceyê re rû bi rûne. 13 nûçegîhanên DÎHA’yê ku bi dirûşmeya ‘Ji rastiyan tavîz nade’ agahiyên rast didin gel, niha girtine. Nûçeyên ku çapemeniya Tirk nabîne, ew digihînin gel û di vî alî de xwedî girîngiyeke mezine.

Dîsa DÎHA’yê Roboskê ragîhand

Bi konsepta şer ya ku AKP’ê xistiye dewrê şîdetê zêdetir xwe daye hîskirin û piştî bombebarankirina Qadên Parastina Medya ya di 24’ê Tîrmeha 2015’an de pêk hat şûnde, Serokatiya Ragîhandina Telekonunîkasyonê (TÎB) 42 caran DÎHA sansur kir. Komkujiya duyemîn ya li Roboskê şeva berê pêk hat jî dîsa DÎHA’yê da bihistin.

Kampanya hat destpêkirin

Di nav de Baskin Oran, Gencay Gursoy, Akin Bîrdal, Fîkret Başkaya, Hasan Cemal, Ragip Zarakolu û Ferhat Tunç jî heye 105 rewşenbîr, hunermend, rojnameger û akademîsyonî jibo nûçegînên DÎHA’yê bên berdan danezanek weşandin û kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

‘Salên kabusê yên rojnamegeriyê tên jiyîn’

Nûçegîhana Stenbolê Evrîm Kepenek êrîşên li dijî ajansa wan nirxand û êrîşên li ser çapemeniyê girêdayê geşedanên siyasî yên welatin. Evrîmê behda dema faşîzma Naziya Elman kir û got: “Wê demê jî li ser rojnamegeran zextên mezin hebûn. Di pirtûkan de ji bo rojanamegeriyê ji wan salan re gotibûn ‘salên kabusê’. Ev rewş niha li Tirkiyeyê jî tê jiyîn.”
Evrîmê da zanîn ku tevî vê kabusê rojnameger di her şer şert û mercan de dixebitin û got: “13 Rojnamegerên DÎHA’yê girtine. 12 hevalên me bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û yek jî bi îdiaya sîxûrtuyê girtiye. Li Tirkiyeyê zêde rojnamegerên bi sîxurtiyê bên darizandin tinene. Me mînaka vê bi Can Dundar, Erdem Gul û nûçegîhana DÎHA’yê Şermîn Soydan de dît. Li ti derê cîhanên weşandina belgeyê ne sûce. Ev rojnamegeriye.”

‘Dema sûc bikin êrîşê rojnamegeran dikin’

Edîtora Hayat TV Meltem Akyol jî got rojnamegerên dixwazin rastiyê vebêjin li vî welatî ti car azad nabin û da zanîn ku desthilatdarî kengî ku zêde sûc kiribe, li dijî rojnamegeran zext û êrîşan pêk tînin. Meltemê got: “Gever, Sur, Cizîr Sîlopî û Şirnex tên hilweşandin. Mirov tên qetilkirin. Rojnamegerên ku van vedibêjin hene. Bêguman desthilatdarî jî tehemulê vê nake.”
Hesabên JÎTEM’ê rojnamegeran tehdî dike

Meltemê di berdewamiyê de anî ziman ku rojnamegerên dixwazin rastiyan vebêjin dibin hedef û hesabên JÎTEM’ê rojnamegeran tehdî dikin û pêşî lê digirin ku nûçe bên çêkirin û binçav dikin, digirin. Meltemê di dawiya axaftina xwe de got ti tişt nikare wan têk bibe û got: “Yên beriya me têk neçûn. Emê bi înat xwedî li pîşeya xwe û hevpîşeyên xwe derkevin.”

(hu)