Jinên Geverê: Ev bê ahlaqiye
09:07
JINHA
COLEMÊRG - Jinên Geverê piştî ku qedexeya derketina kolanan rabû carek din vegeriyan navçeyê rastî dîmenên talan û hilweşandinên malên xwe hatin. Jinan diyar kirin ku bi talan kirine û wiha got, "Tîmên taybet ketina xaniyê min û bi dilê xwe tê de geriyan e. Kuçikên xwe berdana nav xanî û tar û mar kirine. Em vê qebûl nakin. Ûsûlekî şer heye. Di kijan şer de hatiyê dîtin ku zerarê didin sîvîlan. Ev bê axleqiye."
Navçeya Geverê ya Colemêrgê ji 13'ê Adarê heta niha bi qedexeya derketina kolanan ve dibin dorpêça hêza dewletê de ye. Piştî ku Walîtiya Colemergê bi daxuyaniyeke qedexeya li ser navçeyê rakir bi hezaran Geveriyên ku koçî Colemêrg, Wan, Şemzînan û gundên derdor bûn, berê xwe dan navçeyê. Welatiyên ku ev 80 roj in ji ber êrîş û dorpêçê nikarin bên malên xwe bi rakirina qedexeyê re bi kelecanek mezin di seatên serê sibê de ketin rê ya Geverê.
Dilxemgiya xwe bi lorînan nîşandan
Welatiyên vegeriyan navçeyê di serî de çûn serdana malên xwe yên ku herî zêde şerê giran pêk hat yên taxên wek Orman, Dîze, Gungor û Cumhûriyetê. Welatî li hemberî dîmên talan, şewat û hilweşandinê matmayî man. Jinên ku yek bi yek li avahiyên xwe yên şewîtandî geriyan bi dilêk şewat qîr kirin û dilxemgiya xwe bi lorînan nîşandan.
'Min mala xwe nedît'
Sevda Eren di 13'ê Adarê de ji ber êrîş û şerê giran koçî Wanê bû û pîştî rakirina qedexeyê cardin vegeriya navçeyê. Sevdayê ku bi mahan e ji mal û taxa xwe dûr e ji ber mala wê bi topan hate hilweşandin nas nekir. Sevda hêstên xwe ya li hemberî talankirinê bi van hevokan tinê ziman: "Dema qedexe dest pê kir ji ber êrîşa top û tangan min zarokên xwe bir mala xwezûrê xwe ya Wanê. Zarokên min gelek biçûk bûn ji ber vê yekê jî diviya min wan bibira. Lê dema ez cardin vegeriyam ez çî bibinîm xaniyê min hatiyê serûbin kirin. Min mala xwe nedît. Ez ê zarokên xwe di çî de mezin bikim."
'Em carekdin dev ji warên xwe bernadin'
Remziye Aslan (70) ku bi mahan e ji Geverê dûr bû jî anî ziman ku mal û mîlk ne di xema wan de ye, lê dilê wan bi mirina ciwanên berxwedêr gelek êşiyaye. Remziye destnîşan kir ku ew carek dîn bi tu awayî mal û erdên xwe bernadin û wiha axîvî: "Dema em hatin Geverê ez çî bibinim. Tîm ketina xaniyê min û bi dilê xwe tê de geriyan e. Kuçikên xwe berdana nav xanî û tar û mar kirine. Em vê qebûl nakin. Ûsûlekî şer heye. Di kijan şer de hatiyê dîtin ku zerarê didin sîvîlan. Ev bê axleqiye."
(kom/rc)