Nexşên bi wate yên jin çêdikin li ser merşan tên jiyîn

09:42

Gulfîdan Ataman/JINHA

WAN- Nexşên li ser merşan tên çêkirin, bi saya jinan tên nexşkirin. Xebatkara Navênda Jiyan a Jinan Rojbîn, Nazan Baglan qala nexşên merşan kir û diyar kir ku wateya her nexweşê li merşan tê kirin cudaye. Nazanê got ku nexşên bi destê jinan tên çekirin şopa dema berê tîne bîra mirovan. Nazan anî ziman ku dema mirov li nexşên jinan mêzeke eş û aramiya jinan tê dîtin.

Çanda û Hûner wek berê îro dîsa bi destê jinan tê jiyandin û tê çekirin. Nexşên merşa ku bi keda jinê heya îro hatiye, dîsa jin çekirina nexşên li ser merşa berdewam dikin. Ji jinên li atolya Navênda Jiyan a Jinan a Wanê, ku nexşan li ser merşan çêdike Nazan Baglan diyar kir ku çekirina nexşên li ser merşa ji dayikên wan ji wan re mîrate maye. Nazan anî ziman ku çêkirina merşên li ser tevna bê kimyasal tên çekirin û tayê ku ji bo nexşên tevnê bikartînin, ew boyax dikin. Nazanê got : "Tayê merşan jî em bixwe boyax dikin. Çanda boyaxkirina ta jî ji dayikên me ji me re mîrate mayê. Çawa dayikên me ji qaşilkên guza û ji giya reng bi dest dixin îro em jî ve çandê berdewam dikin."

'Dîroka Kurda ne ya jîbîrkirinê ye’

Nazanê da zanîn ku ji giyayê ji herema Colemêrge kom dikin reng didin ta û wiha berdewam kir:"Em ji giyayê tiremar, giyarenk risgus û runas renda bi dest dixin. Em van giyan li nav dixin û rengên cuda cuda bi dest dixin. Dîsa dayikên herema Colemêrgê ji me re kom dikin û ev derfet avakirine. Dayik tên li vir bi hiriye ta çedikin. Çanda Kurdan mîrateye. Bê çawa ev çand ji me re ji dayikên me maye, em jî em ê vê mîratê û çandê ji zarokên xwe re bihêlin. Çanda Kurda ne ya jibîrkirineyê. Ev karê ku em dikin hemû çand û hûnera Kurdaye. Em dixwazin vî karî berdewam bikin û bila çêkirina merşa li ser tevne neyê jibîrkirin.”

'Çanda çêkirina merşan ji demên berê tê'

Nazanê destnîşan kir ku her nexşek li ser merşan tên çekirin, wateya wê cudaye. Nazan da zanîn ku nexşên ku jin çêdikin hemû ji dema berê heya îro bi destê jinan tên çêkirin û mirov dikare nexşên ku jin çêdikin eş û aramiya jinan bibîne. Nazan di der bare nexşên bi destên jinan heta îro hatiye jî wiha got: "Navê vê xebata me Luleper ji gulîlke ku li herêma Colemêrgê çêdibe girtiye. Jinên ku dema berê merş çedikirin navê xwe di dîrokêde hiştin. Ev nexş jî yê dema berê ne. Nexşa li ser merşa 'kesneker' pir zehmete. Jina ku nû ev nexş kiriye ji ber vê zehmetiya bûye jina ku nû li ser merşa nexş kiriye û nave xwe hiştiye. Tayê ku pê merş çêdibin em li vir reng dikin. Merşa 'herkî' navê xwe ji aşîretek herêma Colemêrge girtiye.”

(dt/hu)