'Bi berxwedanek hevpar êrîş wê bên şikandin'

10:52

JINHA

ENQERE - Şerê ku li Tirkiyê bi destê dewletê hatî dest pêkirin, li bajaran jî êrîşên faşîzan her ku diçe zêdetir dibe. Li Zanîngeha Enqerê ku piranî xwendekarên şoreşger, sosyalîst û çepgir lê dimînin, ji ber êrîşên faşîzanî û nijadî yê li hember xwendekarên Kampûsa Cebeciyê pêk tê, xwendekarên jin banga têkoşîna hevpar kirin û wiha gotin, "Divê li hember êrîşan berxwedanek hevpar bên dayîn. Bi berxwedanek hevpar em dikarin êrîşan bişkînin."

Di encamê konsepta şer de li gelek bajarên Tirkiyê, di pêvajoyên dawî de hember ciwanên Kurd û şoreşger êrîşên faşîzan, nijadperestî pêk tên. Konsepta şer a ku dewletê piştî 7'ê Hezîranê li Kurdistanê xistiye dewrê, Navendên Giştî ên HDP'ê hatine şewitandin û li hember gelê Kurd pêk anînên lînç kirinê xistine dewrê. Şerên ku li Kurdistanê dest pêkiriye her ku diçe girantir dibe û di encamê van êrîşan de bandorê xwe li gelek zanîngehan kiriyê. Li hember xwendekarên zanîngehê ên kurd û şoreşger jî êrîşên nijadî û faşîzanî tê pêk anîn. Berî çend rojan ji ber xwendekara dibistana seratayî bazingê kesk, sor û zer xistibû destê xwe rastî êrîşên lînçkirinê hat. Xwendekarên Zanîngeha Enqerê li hember êrîşan banga bilind kirina têkoşînê kirin.

'Bandora şerê li Kurdistanê ser zanîngehê jî dike'

Xwendekara Fakûlteyê Hiqûq yê Zanîngeha Enqerê Ayşe Dayioglu têkîldarê êrîşan wiha got, "Li Kurdistanê hember gelê Kurd êrîşek topyekûn tê meşandin. Em bandora vî şerî li bajarên mezin û zanîngehan dibînin. Kampûsa Cebecî her dem bûye cihê xwendekarên çepgir, sosyalîst û azadîxwez. Bi giranbûna şerê li Kurdistanê êrîş hember kampûsê jî zêde bûne. Bi aweyek hêsan di destê wan de çek dikevin kampûsê û êrîşên nijadî û faşîzanî pêk tînin. Êdî li dibistanê qontrola nasnameyan tê kirin. Em dizanin ev yek li hember xwendekarên weke me şoreşgerin."

'Eger hevgirtin pêk neyê, ji hev bûn gelek bi hêsanî pêk tê'

Gonûl Halîse diyar kir ku êrîş bi armanca şikandina vîna gel tê pêk anîn û wiha pêde çû, "Divê li hember êrîşan gel hevgirtinê esas bigre. Em êdî nikarin bê nasname bikevin dibistanê. Êrîş bi aweyek vekirî tê kirin. Pêwîste em hember êrîşan têkoşînek hevpar bidin. Eger hevgirtin pêk neyê, ji hev bûn gelek bi hêsanî pêk tê."

'Me hîna çongê xwe ne şikandiye'

Duygu Dogan jî anî ziman ku li Kurdistanê bi destê dewletê şerek raste rast tê pêk anîn û got, bê dengiya li hember êrîşan ên li bajarên Tirkiyê jî encamê polîtîkayê dewletê ye. Duygu bilêv kir ku bi fermana dewletê bombe tên teqandin û wiha domkir, "Lê wek tê dîtin me hîna çongê xwe ne şikandiye. Li dibistanan hîna gav paş de ne hatî avêtin. Bi berxwedanek hevpar êrîş wê bên şikandin."

(rc)