Li Geverê jinek hat binçav kirin
10:59
Gulan
31
/ 2016
JINHA
COLEMÊRG – Li Geverê welatiya bi navê Derya Yilmaz di noxteya kontrolê ya polîsan de hat binçavkirin.
Li navçeya Geverê dorpêç û qedexeya kolanan piştî 79 rojan bi awayekî qismî rabû. Piştî qedexe di nava rojê de rabû, vegera welatiyan berdewam dike. Hat zanîn ku li ser riya Şemzînan-Geverê welatiya bi navê Derya Yilmaz di nokteya kontrolê ya polîsan de hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Derya nehat zanîn û hat zanîn ku ew birine Miduriyeta Polîsan a Geverê. Bi sedan welatiyên vedigerin navçeyê bi awayekî keyfî ya polîsan li nokteyên kontrolê tên rawestandin.
(rc)