Ji bo Sebahat Tuncel a parastina cewherî bikaranî ceza!
12:20
JINHA
ŞIRNEX – Têkildarî Sebahat Tuncela ku piştî êrîşa polîsan a di Newrozêde parastina cewherî bikaranî û sîleyek li polîs da, salek ceza û 8 hezar û 500 TL cezayê pereyê edlî hat dayîn. Dadgehê ji ber ku Sebahatê poşmaniya xwe neanî ziman, daxistin pêk neanî.
Di 21’ê Adara 2011’an de li navçeya Sîlpiya Şirnexê bi beşdarbûna parlamentera BDP’ê ya berê Sebahat tuncel Newroz pêk hat û polîsan êrîş pêk anîbû. Polîsan bi ava şid, gaza îsotê êrîş kir Û piştre Sebahat û yên ligel wê bi polîsan re ketibûn diyalogê. Di dema diyalogê de nîqaş derket û li ser vê Sebahat Tuncelê parastina cewherî bikaranî û sîleyek li Midûrê Şaxa Polîsan a Şirnexê Murat Çetîner xist. Bi hinceta sûcên ‘Ji ber ku heqeret li peywirdarê cemawerî kiriye û li dijî ku peywira xwe neke berxwe daye’ salek ceza û 8 hezar û 500 TL cezayê pereyê edlî hat dayîn.
Dadgehê ji ber ku Sebahatê poşmaniya xwe neaniye ziman, ceza danexist.
(hu)