Parka Geziyê di bin dorpêça polîsan de ye

12:31

JINHA

STENBOL - Di 3. salvegera berxwedana Geziyê de beriya ku Piştevaniya Taksîmê daxuyaniyê bide, qada Taksîmê û parka Geziyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.

Di 3. salvegera berxwedana Geziyê de bi pêşengiya Piştevaniya Taksîmê dê saet di 19.00'an de li Parka Geziyê bi dirûşmeyê "Em bi hevre ne, em li vir in" dê daxuyanî bê dayîn. Beriya daxuyaniyê park û qada Taksîmê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Abîdeya Taksîmê bi bariyeran ve hate girtin, bi dehan polîsên çewîk û polîsên sivîl jî li parkê bi cih bûn. Cadeya Meteyê ligel ku ji bo pêya û wesayîtan vekirî ye jî barîyer hatin rêskirin û park hate dorpêçkirin. Li cadeya îstîklalê û qada Taksîmê nêzî 10 TOMA hatin bicihkirin. Turîstên ku hatin Taksîmê jî tu wate nedan girtina abîdeyê û li ber bariyerên polîsan wêne dikişînin.

(rc)