'Ligel tevahî pêkûtî û çewisandinan jî dê piştevanî bidome'

12:33

JINHA

STENBOL - Rojnameger Nurcan Baysal, Celal Başlangiç, Ahmet Abakay, Fehîm Işik û parêzer Eşber Yagmurderelî yên ku ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê peywira gerînendetiya weşanê ya giştî dewr girtin ji bo ku di çarçoveya lêpîrsîna der barê wan de îfade bidin hate Edliyeya Stenbolê. Rêxistinên rojnamegeran jî ji bo piştevaniyê li wir bûn û peyama "dê piştevanî bidome" dan.

Rojnameger Nurcan Baysal, Celal Başlangiç, Ahmet Abakay, Fehîm Işik û parêzer Eşber Yagmurderelî yên ku ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê tevlî kampanyaya "gerînendetiya weşanê ya giştî ya nobedar" bûn û der barê wan de jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" lêpirsîn hate vekirin hatin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Serokê rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran jî piştgirî dan rojnamegeran.

Gerînendeyê Weşanê yê Giştî Evrenselê Fatîh Polat, ji Ozgur Gelecekê Sevîl Dogan, ji Haberdarê Evrîm Kurdoglu, Serokê TGS'ê yê Şaxa Stenbolê Gokhan Durmuş, Serokê Giştî yê TGC'ê Turgay Olcayto, Serokê Giştî yê Basin Îş'ê ya DÎSK'ê Faruk Eren, nivîskara Cumhuriyetê Ayşe Yildirim, rojnameger Burcu Karakaş jî li ber edliyeyê bûn.

Rêxistinên çapemeniyê têkîldarî lêpirsînan li ber edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ewil Serokê Giştî yê Basin Îş'ê ya DÎSK'ê Faruk Eren axivî. Faruk got ku armanca lêpirsînên ku hatine vekirin piştevaniyê ji holê rakirin e lê ew ê ligel hemû pêkûtiyan piştevaniyê bidomînin.

'Em ê piştevaniyê bidomînin'

Piştî Faruk Serokê Giştî yê TGC'ê Turgay Olcayto axivî diyar kir ku rojnamger ji ber nûçeyên ku çêkirine di çarçoveya lêpirsînên ku tên vekirin de salonên dagehan tijî dikin. Turgay anî ziman ku daraz bûye yek tîp û rojnameger jî bi riya darazê tê xwestin biçewisînin. Turgay da zanîn ku ew ê piştevaniyê bidomînin û dev ji têkoşînê bernedin.

Serokê Giştî yê TGS'ê Ugur Guç jî got ku divê piştevaniya bi rojnamgeran re bê xurtikirin û bidome. Ugur destnîşan kir ku serbixwebûna darazê nemaye, daraz bi fermana îxtidarê tevdigere, nêzîkatiya darazê ya li hemberî rojnamegeran neheq e.

Midûrê Karê Nivîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya jî diyar kir ku pêkûtiyên li dijî rojnamegeran gihîştiye asta ku nayê qebûlkirin, bi hincetên neheq û nehiqûqî tê xwestin rojnamegeran bêdeng bikin.

Herî dawî jî Serokê Giştî yê ÇGD'ê Ahmet Abakay axivî û anî ziman ku ligel hemû pêkûtî û çewisandinan jî dê piştevaniya bi rojnamegeran re bidomînin.

Rojnameger piştî daxuyaniyê ji bo îfade bidin ketin hundirê edliyeyê.

(rc)