Li Şirnexê êrîşên qirkirinê di roja 78. de ye

12:48

JINHA

ŞIRNEX- Li Şirnexê êrîşên qirkirinê kete roja 78. li bavar hêzên dewletê malan xira dikin û dişewitînin.

Li Şirnexê li hemberî daxwaza gel a xwerêveberiyê êrîşên qirkirinê ku ji 14'ê adarê dest pê kir kete roja 78'emîn. Li bajar piştî ku pevçûnên dijwar ên duh şevê tax bi çekên giran ên li ser wesayîtên zirxî hatin gulebarankirin. Li taxên Îsmetpaşa, Cumhuriyet, Aydinlikevler, Dîcle û Gazîpaşayê hêzên dewlêt malên ku berê diyar kirine xira dikin. Malek jî hate şewitandin û bi bajar dû bilind dibe. Li taxa Yenîmahalleyê jî Behçelîevlerê jî serê sibehê hin mal bi tankan ve yek bi yek tên gulebarankirin. Li herdu taxan jî hin mal hilweşiyane û xirakirina hêzên dewletê didome.

Li aliyê din ji roja ku êrîşan dest pê kirine heta nila bi hezaran mal hatin xirakirin, li bajar bi TIR û kamyonan ve xurdikan derdixin derveyî bajar.

(rc)