Heyeta HDP li Geverê ye
13:03
JINHA
COLEMÊRG – Heyeta ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag jî di nav de ye ya HDP û DBP’ê ji bo lêkolînan hatin navçeya Gevera ku duh qedexe bi roj hat rakirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku duh piştî 80 rojan dorpêç bi roj hat rakirin vegera malbatan berdewam dike. Heyeta ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag, Hevserokên Giştî yên KCD’ê Hatip Dicle û Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, Hevseroka HDK’ê Gulistan Koçyigit û hin parlementerên Wanê jî di nav de ne hatin navçeyê. Di ketina navçeyê li noqteya kontrolê ya polîsan heyet ji aliyê parlamenterên HDP’ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan ve hat pêşwazîkirin.
Hat ragihandin ku şande piştî serdana Şaredariya Geverê dê biçin taxên Kişla, orman û Cumhuriyetê yên pêvçûn herî zêde lê qewimîbûn. Piştî hin lêkolîn û serdana gel şande dê biçe navenda Colemêrgê.
Dîsa konvoya wesayîtan ya heyetê jî ji aliyê polîsan ve bi du wesayîtên zirxî tên şopandin.
(kom/zt)