42 sivîlên ji Nisêbînê hatin derxistin, hatin girtin!

13:30

JINHA

MÊRDÎN - 42 sivîlên ji Nisêbînê hatin derxistin, bi îdîaya "têkbirina yekbûn û yekîtiya dewletê" hatin sûcdarkirin û girtin.

Hêzên dewletê, bi binçavkirin û girtinan hewl dide têkçûna xwe ya li hemberî berxwedana xwerêveberiyê veşêre. 42 sivîlên ji Taxa Elîka ya navçeya Nisebînê di 26’ê Gulanê de hatin derxistin û binçavkirin, hatin girtin. Piştî lêpirsîna 42 kesan a li emniyetê qediya, duh ew birin edliyeyê. Piştî wergirtina îfadeyan, bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê hatin kirin. 42 sivîlên ji Nisebînê hatin derxistin ji aliyê Dadgeha Cazeyê ya Sûlhê ya Nisebînê ve bi îdîaya "têkbirina yekbûn û yekîtiya dewletê" hatin girtin.

Navên 42 kesên hatine girtin û şandine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê wiha ne:

"Fatma Aslan, Nurcan Aslan, Sîmanur Pamuk, Dîlan Aslan, Çeçan Kîlkaya, Baran Eman, Ercan Dolaşir, Denîz Kiliç, Heja Algan, Şukru Eybek, Bariş Mutlu, Emre Topçuoglu, Nurşan Demîr, Yasemîn Elkol, Medya Çinar, Azîze Yildirim, Bevar Başar, Hamît Acu, Tufan Îlbaş, Dîlber Tanrıkulu, Ramazan Eroglu, Şeyhmus Koç, Mehmet Zirig, Abdulkadîr Baybars, Recep Yel, Sadik Tan, Bayram Sevgîm, Zubeyîr Taylan, Mehmet Faruk Engîn, Osman Bozkurt, Omer Karataş, Firat Darî, Mahsun Çay, Enes Taşkin, Mazlum Yaşa, Îbrahîm Halîl Ildiz, Rojhat Aydin, Mehmet Tahîr, Ozgur Sevîm, Hîcran Berna Ayverdî, Nubahar Ozdemir, Akar Îkbal." Çend roj berê jî 25 sivîlên ji navçeyê hatibûn derxistin, ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin. Erkan Benlî û du kesên din ên hatin binçavkirin jî, piştî ragirtina li emniyetê, anîn edliyeyê.

(kom/rc)