Amara ya têkoşîna kurdan Ekin Ceren ser gora xwe hat bîranîn

16:24

JINHA

ENQERE - Ekîn Ceren Dogruak a PKK'î ya weke Behîce Borana kurdan tê penasekirin di 11'emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn. Siyasetmedara kurd Aysel Dogan diyar kir ku jinên kurd têkoşîna Cerenê didomînin, dostê malbatê Avnî Kalkan jî anî ziman ku Ekîn Ceren, Behîce Boran a duyemîn e.

Ekîn Ceren Dogruak (Amara) a PKK'î ya di 31'ê gulana 2005'an de li Herêma Federal a Kurdistanê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya Karşiyakayê hate bibîranîn. Dayika Amara, Hulya û bavê wê Nusret Dogruak, hevalên wê û hezkiriyên wê beşdarî merasîmê bûn. Bi beybûnên ku gelek jê hez dikir ve hate bibîranîn û li ser gora wê nivîsa "evîndara çiya keça deryayê" hate nivîsandin. Merasîmê bi rêz girtinê dest pê kir. Malbata Dogruak di salvegera 11'emîn de jî bi heman hestewariyê hatin ser gorê û her hevalên wê yên ku hatin jî weke keça xwe hembêz dikirin, hembêz kirin.

'Ew dê her tim ya herî wêrek a me be'

Siyasetmedara kurd Aysel Dogan di merasîmê de axivî û ji bo Ekîn Ceren peyva "ya herî xweşik, ya herî wêrek a me" bi kar anî. Aysel axaftineke hestewar kir û diyar kir ku hevrêyên wê yên jin têkoşîna wê didomînin û ew ê heta dawiya jiyana xwe girêdayî bîranîna wê be û wiha axivî: "Ekînê gotina ku divê bê gotin kir, niha divê pêwîstiyên wan gotinan bê bicih anîn. Em çawa derketin pêşberî wê divê wê vebêjin. Bi sedan hevalên me yên jin li qadên şer, şer dikin, ala ku wê hişt, ji wir hate wergirin û gihişt wê. Ya herî xweşik, herî wêreka me bû. Hêviyên mezin afirand. Me hevala xwe pir hez kir, ew dê her tim weke qehremana me bimîne. Heke em te dijîn niha li vir in. Dayika û bavê herî xweşik ên te li vir in. Em hemû bi te re ne."

Behîce Borana kurdan

Avnî Kalkan jî diyar kir ku Ceren hevrêya wî ya herî ciwan e û wiha got: "Jinên ku gelek wêrek em dizanin hene. Di jiyana xwe de du jinên ku min gelek qîmet dan hene. Yek 77 salan jiya, jiyana wê bi têkoşîna sosyalîzm û azadiyê ve derbas bû. Ya din jî ancax qasî ji sêyan yek emrê wê jiya lê edalet azadî û aştî li temenê xwe yê kurt dagirt, Ekîn Ceren e. Dayik û bavê wê 40 sal in hevrêyên min in. Xwezî min. Ez gelek bextewar im."

Piştî merasîma bîranînê hevalên Ekîn Ceren demeke li ser gorê man û ew bi bîr anîn.

Piştre jî malbat û hezkiriyên wê çûn mala ku zaroktiya wê derbas bû û têkoşîna xwe xurt kir bûn.

(zt)