Malbata Hurşit: Em bi fikarin ku 'Hurşît înfazkiribin'

16:43

JINHA

SIRNEX - Rêveberê BDP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter piştî hat binçavkirin, bi rojan e tu agahî jê nayê girtin. Malbata Hurşît diyar kir ku ew fikara dibe kurê wan "hatibe încazkirin" dijîn, ji bo Tirkiye careke din nebe welatê "kuştinên ne diyar" divê her kes bikeve nav hewldanan.

Rêveberê DBP'ê yê Şirnexe Hurşît Kulter di 27'ê gulanê de piştî ji hêla tîmên taybet ve hat binçavkirin, ji wê rejê ve tu agahî jê nayê giritn. Malbatê ji bo aqûbeta kurê xwe li ber mala xwe ya li gundê Avgamasiyan daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ji malbata Kulter, dayik Kerîme, bav Hamît Kulter, xizim û gelek welatiyên gund beşdar bûn.

Daxuyaniya ku ji hêla kurapê Hurşît Kulter Mustafa Kulter ve hat xwandin. Mustafa bal kişand ser pevçûnên di 7'ê Hezîranê vir ve li welat pêk tên û aşkera kir ku her kesên li welat ji vê şerî bi bandor bûye. Mustafa aşkera kir ku ji vî şerî yê hedef hatine girtin xebatkarên partiyê ne û aşkera kir ku ji rawestandina şer çi ji destên siyasetmedarên kurd hatiye pêk anîne.

Mustafa da zanîn ku Hurşît Kulter berê jî 5 salan di girîgehê de maye û piştre wekî rêveberê DBP'ê dest bi xebatan kiriye û wiha got: "Hurşît Kulter ji bo rewşeke aram bê avakirin xebat dimeşand. Piştî li Şirnexê derketina derve hat qedexekirin, ji bo biçe gel xatiya xwe ya li taxa Bahçelîevlerê derbasî taxê bû. Lê ji 27'ê gulana 2016'an vir ve agahî jê nayên girtin. Di 27'ê gulanê de bi riya peyamê got, 'Hatin. Heqên xwe helal bikin' û agahî jê qutbû."

‘Gumuştepe cihê îşkenceyê ye’

Mustafa destnîşan kir ku di heman êvarê saet di 20.00'an de li ser hesabê medyayê yê bi navê BOF der barê girtina Kulter de parveıkirin hatine kirin û wiha pêde çû: "Ji wê rojê şûn ve hemû serhildanên me bê emcam man. Li gorî nûçeya herî dawî tê gotin ku Kulter birine navenda tîmên taybet a Gumuşê. Gumuştepe cihê îşkenceyê ye."

‘Em bi fikar in’

Mustafa di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew fikarên dibe kurapê wî bê înfazkirin dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî agahiyên hatine parvekirin û li gorî axaftinên kesên şahid, Hurşît niha di bin çavan de ye. Berê hevalên Hurşît jî hatin kuştin. Mînaka herî şênber 3 jinên siyasetmedar ên li Silopiyê ne û Haci Lokman Bîrlîk e."

Banga ji bo raya giştî

Mustafa herî dawî bag li raya gişti ya Tirkiyeyê kir ku ji bo welat nebe goristana kesên "kuştinên kiriyar diyar" divê her kes di vî alî de hişyar be.

(kom/zt)