30 şervan li Hesekê hatin bîranîn
16:45
JINHA
HESEKÊ- Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo bîranîna 30'î şervanên YPG/YPJ'ê ên ku di meha Gulanê de di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navenda Çand û Huner merasîmek lidarxist.
Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo bîranîna 3'î şervanên YPG/YPJ'ê ên ku di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane merasîmek lidarxist. Di merasîmê de şandeyek ji Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê, nûnerên Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser ku ji Hevserokê Meclisa Zagonsaz Hekem Xelo, Ekrem Mehşûş û gelek endamên sazî û ji gel amade bûn. Merasîm bi deqeyeke rêzgiritnê dest pêkir, paşê axaftin hatin kirin.
Ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Caziya Ibrahîm diyar kir ku Efrîn, Kobanê û Cizîr tev herêmên Kurdane û wiha got, "Lê dijmin her dem xwestiye ku wan ji hev cuda bike wekî ku Kurdistan jî çar parçe nîşan kiriye. Lê ti caran pîlanên wan bi ser nakevin, wê bi berxwedaniya zarokên me her sê kanton bighêjin hev û şoreşa Rojava bi serkeve." Di dawiya mersîmê de endamên Saziya Malbatên Şehîdan belegeyên 30 têkoşerên ku di meha gulanê de jiyana xwe jidest dane xwendin û diyarî malbatên wan kirin.
(ee/hs/rc)