‘Tiştê li Dersimê hatine jiyîn demên bê ziman in’

17:38

JINHA

AMED- Belgefilmê ‘Hay Way Zaman’ ku qetlima Dersimê vedibêje ji aliyê jinan ve bi baldarî hat temaşekirin. Derhinera belgefilmê Nezehet Gundogan diyar kir ku di dîroka Tirkiyê de lekyên reş pirin û wiha got:” Tiştê li dersimê hatine jiyan kirin demên bê ziman in.”

Miduryeta polîtikayên Jinan a Şaradardariya Yenîşehîra Amedê belfilmê Hay Way Zaman’ da nîşandan. Belgefilmê ku li salona Şaradarya Yenîşehîrê a Konferansê hat nîşandan tenê ji aliyê jinan ve hat temaşe kirin. Derhineriya belgefilm Nezahat Gûndogan kû berê derhineriya filmê Keçên Hûnda yên Dersimê jî di danaşanê de amede bû. Belgefilmê ku jiyana jina bi navê Emoş a ku dema zarokbûye malbata wê hatiye qetilkirin û wê jî dane ber destê subeyek vedibêje. Di belgefilm jiyan Emoş a ku ji aliyekî ve a zaroktiya wê dê û bavê wê giradana wê bi axa re ji aliyê din ve ji bîr kirina wê ya Kurdî, durketina ji Elewitiyê derdixe pêş. Vê belgefilm cîh daye şahidiyê leşkerên wê pêvajoyê ku bûne şahidê komkujî û destê wan ketiye karên komkujiyê jî. Belgefilmê ku tiştê di sala 1938’de li Dersimê qewimiye bi belgan îspat dike cîh dide belgêyên ku wê çaxê gazên kîmyewî hatine bikaranîn. Belgefilm her wiha cih dide nêrinên keça Emoş jî û keça wê bedengiya kalê xwe û bavê xwe û êşa dilê diya xwe vedibêje.

‘Ji bo mirov Dersimê fam bike divê mirov berê xwe bide jinan’

Piştî belgefilm derhinerê belgefilm Nezehet Gundogan bi jinan re hevpeyvenek pêk anî. Nezehet da zanîn ku dîroka Tirkiyê de lekeyên reş hene û wiha got: “Tiştê li dersimê hatine jiyan kirin demên bê ziman in. Gelek tiştên giran hatine jiyîn kes behsa van nake. Ev bê dengî nîşaneye tiramvayê mezin in. Nezahet got ku tiramvaya ku civak dijî ne tenê bi kesên rastî qetlima re rû bi rû hatine bi sînore û wiha dewam kir:” Em dibînin leşkerên wê demê travma dijîn. Heya van tiramvayan neyên çareserkirin pêşî li qetlîmên nû nayê girtin.” Nezehet anî ziman ku ji bo mirovek Dersimê fam bike divê berê xwe bide keç û jinên Dersimê û wiha pêde çû:” Dixwestin netewek nû ava bikin û bişavtinê hember kurdan pêk bînin. Wê jî li ser jinan kirin.”

(ma-db/rc)