Jinên Efrînî: Hemle mizgîniya azadiyê ye ji bo jinan

09:02

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Hemleya Rizgarkirina Bakûrê Reqayê ku ji aliyê QSD'ê ve hatî dest pê kirin rastî bertekên erînî yê jinan tê. Jinên Efrînî kêfxweşiya hemleyê parve kirin û gotin, "Ev hemle mizgînî ji bo jinan e."

Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (QSD) di 24'ê Gulanê de ji sê aliyan ve "Hemleyê Rizgarkirina Bakûrê Raqayê" dan dest pê kirin. Hemleyê rizgarkirinê ji aliyê gelan ve bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin. Jinên Kantona Efrînê û Herêma El Şehba ku berî demek xwe ji desthilatdariyê çeteyan rizgar bûne, diyar kirin ku hemle ji bo jinan mizginiya azadiyê ye.

Henan Osman: Ev Hemle dewam dike, pir gund û mezrayên Bakûrê Reqayê rizgar bûne. Em hêvîdarin ku ev hemle bi serkeftî encam bibe û Reqa ji destên çeteyên DAIŞ'ê bi tevahî rizgar bibe. Çawa ku Hêzên QSD'ê bi awayeke lehengî herêma El Şehba ji destên çeteyan derxistin û gel gihîşte azadiya xwe, niha jî em ê dest bi dest alîkariya QSD'ê bikin ku welatê xwe bi tevahî rizgar bikin. Ev çete bi hevkariya rejîma faşîst a Tirkiyê pir wêranî li ser welatê me pêk anîn, lê dawiya wan hatiye."

Şîrîn Elo: QSD hêza rizgarker a welatê me ye. Me rizgariya herêma El Şehba dît, niha jî dora rizgariya bajarê Reqayê hatiye. Em pir kêfxweşin û li cem QSD'ê cih digrin. Bi vê hêvî û baweriya mezin em ji QSD'ê re serkeftinê dixwazin."

Selwa Xelîl: Em spasiya QSD'ê dikin ku çeteyên DAIŞ'ê ji vir derdixin. QSD'ê bi vê hemleya xwe nîşan dide ku tu ferqê di navbera Kurd, Sûryan, Aşûrî, Tirkmen û Ereb de nîne û ji bo azadiya hemû gelên Sûriyê têkoşîn û berxwedanê pêş dixîne. Hemle mizgîniya azadiyê ye ji bo jinan."

Fatma Exlas: Hêzên QSD'ê li ser bingeha daxwazî û bangewaziya gelê herêmê ev hamle dane dest pêkirin. Mirov dema pêşketina hemleyê dibîne pê serbilind dibe. Em hêvîdarin pir cih werin rizgarkirin û serkeftinê ji bo şervanên şoreşger ên QSD'ê dixwazim."

Rîm Qermo: Pêşketina QSD'ê cihê şanaziyê ye. Komkujiyên ku li ser gelên Sûriyê pêk hat û di encamê de pir zarok û jin jî hatin qetilkirin û êsîr girtin. Tolê van hemûyan dê bi hemleya azadiyê were pirsîn. Divê gelê Raqayê jî piştgiriya QSD'ê bikin û ji bo azad kirina axê Sûriyê têbikoşin."

Samiye Ehmed: Herêmên ku li jêr dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bûn ji hêla QSD'ê têne paqijkirin. Dê qirêjî û gemariya wan ji holê rabe. Herî zêde jî ev ji bo jinan mizgîni ye. Ji ber yên ku dihatin tecawûzkirin û dikirin kole jin bûn. Niha divê jin piştgiriyeke xurt nîşanî vê hemleyê bide. Hêzên QSD'ê hêzeke herî rewa ya gelên Sûriyê ye ku bi zihniyeteke azadîxwaz tev digere û li dijî tunekirin û înkarkirinê têkoşîn dike. Her wiha di QSD'ê de em têkoşîna wekheviya di navbera jin û mêr de jî dibînin û ev yek me heya dawî kêfxweş dike."

(lç/rc)