TÎJCD: Em ê li hember zîhniyeta desthilatdar parastina xwe bikin

09:03

Bêrîtan Canozer / JINHA

AMED- Endama Însiyatîfa Jinên Ciwan a Demokratîk Tîrda Avesta diyar kir kul i dijî tacîz, tecawiz û şîdetê, li kolan, malê, cihê kar, dibistan û her derê wê di parasina cewherî de bin û got wan li dijî zîhniyeta serdest ya mêr şer dane destpêkirin. Tîrda got; “Emê bi ruhê berxwedêr yê Arînan, Rozayan, Adaran, Bêrîtan, Sakîne, Zîlan û gelek jinên Kurd di parastina cewherî de bin.”

Tevgera Însiyatîfa Jinên Ciwan a Demokratîk (TÎJCD) li dijî berdewamkirina bûyerên tacîz û tecawizê ya li hemberî jin û zaorkan û bêdengiya darazê ya li hemberî van, ket nava tevgerê. Endama TÎJCD’Ê Tîrda Avesta diyar kir ku li dijî bûyerên tacîz û tecawizê ketine parastina cewherî û got wê li dijî vê bêdeng nemînin. Tîrdayê bi lêv kir ku daraz bûyerên tecawizê bê ceza dihêle û got: “Em tecawiza ku zîhniyeta serdest ya mêr afirandiye, qebûl nakin û desturê nadin ku rewa bibe.”

‘Civak bi me re hebû û wê bi me re hebe’

Tîrdayê bi lêv kir ku şîdeta li dijî jinê hîna didome û got di demên dawî de bûyerên tacîz û tecawizê yên leztir bûne li vê zêde bûne. Tîrda da zanîn ku tecawiz, tacîz û şîdeta li ser jin û zarokan roj bi roj zêde dibe û wiha berdewam kir: “Zîhniyeta mêr ya ku jinê wek meta û objeya zayendê dibîne, rola çêkirina xwarinê û lênerîna zarok lê rewa dibîne û îro jî di destdirêjiya bedena jinê de xwe azad dibîne. Wekê ku xwedî bedena jinê ne û jin ji bo wan hene, tevdigerin. Ev fikr û nêzîkatî ji zîhniyeta dewletê serbixwe nayê dest girtin. Divê ev baş bê zanîn ku em jin ne koleyên kesîne, kes jî ne xwediyê me ye. Civak bi me re heye û wê bi me re hebe. Emê li dijî zîhniyetên ku xwe xwediyê jinê dibînin heta dawiyê têbikoşin.”

‘Emê bi berxwedana xwe ji tecawizê re bibin bersiv’

Tîrda destnîşan kir ku ew wek jinên ciwan wê li dijî şîdet, tecawiz û tacîzê parastina xwe ya cewherî bigirin û got wê desturê nedin ti mêr dest dirêjî bedena jinê bikin. Tîrdayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li kolan, malê, cihê kar û dibistanê, li ku derê dibe bilabibe, dest dirêjî bedena me bikinemê bersiva herî tûnd bidin. Em wek însiyatîfa Jinên Ciwan a Demokratîk wê li hemû qada bin û bi têkoşîna xwe ji tecawizan re bibin bersiv. Em ti mêrên ku jin û zarokan derb dikin, mêtînger dikin efû nakin. Divê jinên ciwan dakevin kolanan û ji tecawiz û tacîzê re bêjin êdî bes e.”

‘Emê bi ruhê jinên Kurd di parastina cewherî de bin’

Tîrda di dawiya axaftina xwe de got wê ji vir şûnde li her derê bin û wiha got: “Parastina cewherî mafeke. Em jin wê heta dawiyê vî mafê xwe bikarbînin. Emê bi ruhê berxwedêr yê Arînan, Rozayan, Adaran, Bêrîtan, Sakîne, Zîlan û gelek jinên Kurd di parastina cewherî de bin.Emê bi ruhên jinên Kurd di parastina cewherî de bin.”

(hu)