‘Em ê qezenc bikin, emê cîhanek xweşik û azad ji zarokên xwe re bihêlin’
09:04
JINHA
ENQERE-Dayika endamê DBP PM’ê Mehmet Yavuel ku ji aliyê hêzên dewletê ve di bodruma Cizîrê de hat qetilkirin, Hanim Yavuzel got: “Emê bi têkoşîn û berxwedanê mafê xwe ji vê dewletê bigirin. Emê mafê xwe bigirin û xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin. Emê qezenc bikin. Piştî ku me xaka xwe, nasname, ziman û hemû mafên xwe girtin emê cîhaneke azad û xweşik ji zarokên xwe re bihêlin.”
Dayika endamê DBP PM’ê Mehmet Yavuel ku ji aliyê hêzên dewletê ve di bodruma Cizîrê de hat qetilkirin, Hanim Yavuzel û dayika Pakîze Nayir ku li Sîlopiyê hat qetilkirin, Behiye Nayir têkildarî komkujiyên li Kurdistanê tên jiyîn de ji JINHA’yê re nirxandin kir. Hanim û Behiyeyê gotin têkoşîna zarokên wan ji bo wan rê nîşan didin û gotin: “Zarokên me nemirin, ew nemirin. Emê di rêya zarokên xwe de berdewam bikin.”
‘Emê qezenc bikin, bi berxwedanê emê qezenc bikin.”
Hanimê da zanîn ku wê serî li dijî komkujiyan netewînin û got wê gelê Kurd bi têkoşînê serkeftinê bidest bixe. Hanimê wiha got: “Emê têbikoşin, berxwe bidin. Emê li dijî komkujiyan serî netewînin. Emê berxwe bidin û mafên xwe bigirin. Emê mafê xwe bigirin. Xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin. Piştî me xaka xwe, nasname û zimanê xwe girt, emê ji zarokên xwe re cîhanek xweşik bihêlin.”
Hadim ku bi serbilindiya xwe ruyê wê dikene got: “Ez bang li kurdên ku ji rê derketine jî dikim. Divê em hemû Kurd bibin yek û bila hemû bên rêya rast, rêya têkoşînê. Bila li aliyê bindestan bin. Yên ji bo pereyan û kursiyê têdikoşin hene. Lê em bindest ne ji bo pere, ne ji bo tiştekî din têdikoşin. Em ji bo xaka xwe, ziman û zarokên xwe têdikoşin. Yên li çiyan û girtîgehan ji bo kesên ketine bin xakê têdikoşin. Ez bang li hemû mirovahiyê dikim. Bila li dijî komkujiyan bêdeng nemîn. Bila vê bizanin emê qezenc bikin. Emê bi berxwedanê qezenc bikin.”
‘Em ji bo mafên zarokên xwe têdikoşin’
Dayika Pakîze Nayir, Behiye Nayir jî got keça wê ji bo gelê xwe têkoşîn meşandiye û got: “Keça min di siyasetê de wek agir bû. Lê dijminê çavsor nehişt. Me zarokên xwe bi zehmetiyek mezin , mezinkirin. Dewleta zalim ew ji me girtin.zarokên me ji bo mafên me têdikoşiyan. Ez bang li Kurd û kesên bindest dikim. Bila dest bidin hev, ev dorpêç wê bişikê. Ez bang li polîs û cerdevanan dikim.bi pereyan ev kar nayê kirin. Berê xwe bidin mirovaiyê û beşdarî têkoşîna maf û hiqûqê bibin.”
(hu)