Bedîa Ozgokçe:Li navê parastina malbatê jin tine tê hesibandin
09:06
Gulfîdan Ataman/JINHA
WAN – Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe têkildarî rapora ku Parastina Yekbûna Malbata Meclîsê û Komîsyona Lêkolînê weşandiye de nirxandin kir û got di rapora komîsyonê de nêzîkatiyek newekhev heye û li ser navê parastina malbatê jin tine tê hesibandin.
Ji aliyê Yekbûna Malbata Meclîsê û Komîsyona Lêkolînê ya TBMM’ê bi mehan bûn lêkolîn dihat meşandin û encamê de rapor hat weşandin. Di rapora ku hatiye weşandin de mafê jin û zarokan tine tê hesibandin û saziyên jinan û gelek aliyên gotin ew raporê nas nakin û bertekên xwe danîn holê. Parlamentera HDP’ê ya Wanê bedîa Ozgokçe têkildarî rapora ku komîsyonê amade kiriye de nirxandin kir û gotji bo wekheviya jin û mêran pêk bê bi salane têkoşîn tê dayîn û di encama vê têkoşînê de ji bo mafê jin û zarokan gelek qezenc hatin bidestxistin. Bedîayê bi lêv kir ku di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de mantalîte û zîhniyetek cuda derketiye holê û got: “Qezencên ku jinan bi têkoşîneke mezin bidest xistine, dixwazin şûnde bigirin.”
‘Di raporê de nêzîkatiyek newekhev heye’
Bedîayê da zanîn ku ji ber zîhniyeta mêr ya li Tirkiyeyê pergaleke li dij dinê dimeşe heye û di rapora ku komîsyonê ava kiriye de nêzîkatiyeke newekhev heye. Bedîayê destnîşan kir ku serokkomarekî ku bi newekheviya jinê bawer nake heye.
‘AKP’ê demokrasî xist bin lingan’
Bedîayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku AKP bi xwe re dikeve naqokiyan û AKP îdia dike ku ew partiyek muhafazakar û demokratîke, lê mixabin bi giştî ji demokratîkbûnê dur ketiye û got: “Demokrasî xistiye bin lidan. Zarok bi tecawizkarên wan re tên zewacandin û ev jî rê li ber bêcezakirina tecawizkarên wan û pêşiya zewaca zû vedike.”
‘Pêşniyarên partiyên muxalîf li ber çavan nehat girtin’
Bedîayê da xuaykirin ku di pêvajoya xebata komîsyonê de partiyên muxalefetê pêşniyar kirine lê ev pêşniyar li ber çavan nehatine girtin û got: “Weqfa Mor Çati ku b isalene xebatên jinan dimeşîne nêrîna wan nehatiye girtin û bi xebatên wan îtîbar nakin. Raporên komîsyonê ne zelalin.”
‘Jinan bêewle dihêlin’
Bedîayê got ev nêzîkatiyên bi vî rengî jinan zêdetir dipelçîqîne û li ser navê parastina malbatê jin tine tên hesibandin û got: “Ev rewşek xetere. Zarokên bê ewle dimînin emanetê dewletê têkirin. Facîaya Weqfa Ensar li ber çavane. Ev jî mirovan dike nava fikaran.Me wek HDP’ê di pêvajoya raporan de pêşniyarên xwe gotin. Lê bersiv nedan me.”
(hu)