Yılmaz Encu hat definkirin

09:06

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyê Yilmaz Encu yê li Roboskê di êrîşa bombeyî de piştî ku birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Cenazeyê Yilmaz jî li cem Vedat Encu yê di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin.

Cenazeyê Yilmaz Encu yê ji gundê Roboskê yê navçeya Qilabana Şirnexê ye û di 29'ê gulanê de dema bazirganiya sînor dikirin ji aliyê qereqolê bi topên ku hatin avêtin bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da li cem Vedat Encuyê di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû hate defirkirin. ligel ku otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê zû bi dawî bû jî rayedaran ji bo ku beşdariya cenazeyê kêm bikin cenaze demeke dirêj nedan malbatê. Cenazeyê Yilmaz di saetên êvarê de anîn ber malê û li vir piştî ku helalî hate girtin cenaze birin mizgefta gund, dayika wî li vir cara dawî li kurê xwe mêze kir.

Piştre cenazeyê Yilmaz anîn goristana gund. Yilmaz li vir bi dua û rondikan li cem hevalê xwe Vedat Encu yê di heman qatlîamê de hate qetilkirin hate definkirin. Di merasîmê de herseke mezin hebû. Ciwanên ku beşdarî merasîmê bûn demeke dirêj nexwestin ji goristanê biçin.

Piştî ku cenaze hate definkirin jin hatin ser gorê û kevirê gorê û axa wî maçî kirin.

Dayikên Roboskê di merasîmê de li hemberî Erdogan hêrsa xwe bi van gotinan anîn ziman; "Erdogan ji bo ku xwîna me zuwa bike qatlîaman didomîne. Heta ku êşên me jiyan kir nejî bila Erdogan nemire."

(kom/zt)