‘Hem ji bo welîdînê û hem jî ji bo hebên em bikartînin, emê biryarê bidin’
10:04
Berîtan Canozer / JINHA
AMED – Jinan bertekên xwe yên li dijî serokkomar Tayyîp Erdogan ku mudaxaleya li ser bedena jinê ji xwe re kiriye peywir û gotin: “Bila hesabê xwîna jinên tê rijandin, bedena jinên tên teşîrkirin û dayika Taybet ya ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hatiye sekinandin, bidin.
Serokkomar Tayyîp Erdogan ku êrîşên xwe yên li ser jinan û bedena jinan berdewam dike, herî dawî axaftineke bi vî rengî kir: “Ez vekirî dibêjim, emê zuriyeta xwe zêde bikin, emê nifşê xwe zêde bikin. Dibêjin plansaziya nifûsê, kontrola welîdînê, ti mislimanek nekare din ava vê ferasetê de be. Rebê min bêje çi, pêxemberê me bêje çi emê di wê rê de bimeşin.” Bersiva jinan jî ya li dijî van gotinan dereng nema. Civaknasa Navenda Jinan a Ekîn Cerenê Dîlek Erîk axivî û da zanîn ku gotinên bi vî rengî jinan ji jiyanê dur dixe û dike kole.
‘Ji jinan ditirsin’
Dîlekê da zanîn ku dema her komkujî bê kirin, ji bo bala mirovan bikişînin aliyekî din ji aliyê AKP’ê ve operasyona bi vî rengî tê kirin ûTayyîp jî ji bo rojeva mirovan biguhere her tim gotinên zayendperst tîne ziman. Dîlekê bertek nîşanê nêzîkatiya Tayyîp û AKP’ê da û got: “Dixwazin jinan li gorî xwe biteşe bikin û bidin jiyîn. Her tim ji ser jinan êrîş dikin û nêzîkatiyên ku jinan biçûk dixînin nîşan didin. Tenê sedemek vê heye û ji jinan ditirsin. Em ne koleyên kesîne û van gotinan qebûl nakin.”
Dîlekê bi lêv kir ku berê jî piştî komkujiya Roboskê Tayyîp gotibû ‘her kurtaj Roboskiyeke’ û niha jî piştî Roboskiya duyemîn ev hevok anî ziman. Dîlekê got: “AKP li dijî her tiştî jinan derdikevin. Serokkomar ku heta îro hesabê xwîna jinên hatiye rijandin nepirsiye, piştî komkujiya duyemîn ya Roboskê tê êrîşê jinan dike. Dibêje gunehe, ya guneh jinên ku hatine qetilkirinê ne.
Dîlekê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê dest ji van gotinên zayendperest bê berdan û hesabê jinên hatine qetilkirin û bajarên hatine tinekirin bê dayîn.
(hu)