‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê xilas bike di 5’ê Hezîranê de li Bakirkoyê ye’

10:08

JINHA

STENBOL - Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Aysel Guzel ji bo mîtînga ku wê di 5’ê Hezîranê li Stenbolê bi şîara ‘Li bijî darbeyê berxwedana demokratîk’ pêk bê bang kir û got: “Ev mîtîng, mîtînga ku pêşeroja Tirkiyeyê xilas dike ye. Bi lîstika ku tê lîstin dixwazim me bibin faşîzmê û dîktatoriyê. Em ji bo ku ji vê pêşdeçûnê re bêjin bese, vê mîtîngê lidardixin.

Rêxistina HDP’a Stenbolê li dijî rakirina destnedanên parlamenterên HDP’ê hevdîtinên bi gel re dabûn destpêkirin û niha jî mîtînga ‘Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk’ pêk tînin. Mîtîng di 5’ê hezîranê de li Bazara Gel a Bakirkoyê saet di 12’an de wê pêk bê û wê hevserokê giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş beşdar bibe. Amadekariyên dawî yên mîtîngê bi civînên taxan berdewam dikin.

‘Darbe li avabûna parlamentoyê xistin’

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Aysel Guzel têkildarî mîtîngê de axivî û diyar kir ku piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê AKP’ê li dijî Kurdan konsepta şer xistiye dewrê. Ayselê got kesên derdikevin kolanan rastî zextan tên û da zanîn ku kesên dengê xwe derdixin jî rastî pêkanînên dij-demokratîk tên. Aysel bi lêv kir ku sedema rakirina destnedanan eve ku HDP ji meclîsê bê dûrxistin û got: “Darbe li avabûna parlamentoyê ya pir zimanî, pir çandî û bawerî xistin.”

‘Emê ewlehiya xwe bigirin’

Ayselê destnîşan kir ku ji bo xwedî li parlamenter, pêşeroj û rûmeta xwe derkevin wê di 5 hezîranê de li qadê bin û wiha pê de çû: “Parlamenterên me jî wê li wir bin. Di vê esasê de xebatê me didomin. Xebat li herêman bi civînên gel tên kirin. Hevdîtinên siyaseta demokratîk berdewam dikin. Ev mîtîng li dij pratîkên darbeyê pêk tên. Me ji bo mîtîngê komîsyonek teknîk ava kir. Emê ewlehiya xwe bigirin. Emê civînan pêk bînin.”

‘Emê ji vê pêşketinê re bêjin bes’

Ayselê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca vê mîtîngê eve ku em li dijî darbeya li ser qada siyaseta demokratîk e. Em hemû pêkhate û gelê xwe vexwendiyê vê mîtîngê dikin. Ev mîtîng pêşeroja Tirkiyeyê xilas dike. Ji bo em ji vê pêşketinê re bêjin bese, vê mîtîngê pêk tînin.

(hu)