Welatiyên Cizîrê li hember xirakirina malan nerazîbûn nîşandan
11:16
JINHA
ŞIRNEX - Li taxa Nûrê ya Cizîrê ku di êrîşên qirkirinê de bi hezaran mal û kargeh hatin xirakirin û şewitandin bi kepçeyan ve dest bi xirakirina avahiyan kirin. Welatiyan bi gotina "Hûn mala me bi ser me de hilweşînin jî em ê ji malên xwe dernekevin" li hemberî xirakirinê nerazîbûna xwe nîşan dan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê yên 79 rojan berdewam kir bi hezaran mal û kargeh ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xirakirin. îro serê sibehê jî di çarçoveya biryara "îstimlaqkirinê" de serê sibehê jî li taxa Nûrê bi 4 wesayîtên zirxî ve 3 kepçe ketin taxê. Kepçeyên ketin taxê avahiyên li kolana Kolamî ya nêzî kargeha ard avahiyan dildewişînin. Li kolanê avahiya 5 qatî ya ku ligel zêde xisar nedîtiye jî tê xirakirin 5 malbatên li avahiyê dijîn li hemberî hilweşandina avahiyê nerazîbûn nîşan dan.
Ji welatiyên ku li avahiyê rûdinên Behiye Eksen wiha got: "Em ê tu caran dernekevin, ciheke ku em biçin tuneye. Bila malê bi ser me de hilweşînin lê em ê dîsa jî dirnekevin."
Gendî Eksen jî wiha got: "Dewlet me rehet nahêle. Heke dewlet, dewleta me be çawa Cizîrê bi ser me de hildiweşîne. Dewletekî wisa ne dewleta me ye. Em naçin tu ciheke."
(kom/zt)