Meha hevdîtina xwedavendan; Hezîran

11:38

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Gulan, Zîlan, Sema bi girêdayînên xwe yên evîn, azadî, jiyan û nirxên xwe, jinên têkoşer yên ku meha hezîranê watedartir kirine. Jiyan û çalakiya her sê jinan înşakirina pêşeroja nû û nivîsandina dîroka nûya Kurdan bû. Sekna van jinan di pêngava 1’ê hezîranê zindî bû û li dijî tasfiyeya hundir û derve, bû bersiva pirsa ‘divê çawa bê jiyînê.’

Gulan Zilan, Sema, ev her sê jinên şervanên heqîqetê ji bo demên azadiyê bedel, fedekarî, ked û hewldanek mezin dane. Ev ked û têkoşîna wan wisaye ku yên li pey xwe her tim peyda kirine. Di serdemeke wisa ku êdî gotin zêde nirxa wê nemaye û bê wateya maye, heqîqeta ku bûye hêza wateyê, bi çalakiyê xwe îfade dike. Ya ku meha Hezîranê bi wate dike û eve. Ruhê bexwedanê ya her sê jinan bi evîneke mezin ew berbi têkoşîn û çalakiyê ve birin. Ruhê berxwedana van her sê jinan li ruhê pêngava 1’ê Hezîranê hat nexşkirin û zindî bû.

Manîfestoyek û banga azadiyê: Zîlan

20 sal berê li Dêrsimê dengê qêrînê hat. Li dijî temsîliyeta mêtîngeriyê bû. “Ez ji bo gelê Kurd vê çalakiyê pêk tîni. Ez bi morel û hêza ku ji gelê xwe digirim vê çalakiyê pêk tînim û bi ser dijmin de diçim. Ez li ser girêdayîna partiya me PKK, Rêber Apo, berxwedêrên me û rêhevalên li çiyan şer dikin, vê çalakiyê pêk tînim. Ez li hemû cîhanê diqêrim. Êdî bibîhizin û çavên xwe vekin.” Ev gotin aydê Zîlan (Zeynep Kinaci) k udi 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsîmê li dîrokê rûlek nû vekir e. Ev çalakiya Zîlanê bi qasî k udi mêjî, rih û zîhniyeta paşverû de teqiya, jib o zarokên gelê xwe jî bû çavkanî û ronahiya hêviyek nû.
Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan jî wiha dibêje: “Zilan manîfestoyeke. Bangaza Azadiyê ye.”

Zîlanê têkoşîna azadiya jinê bi îdeolojiya rizgariya jinê re anî cem hev û di têkoşîna jinê de pêşketineke mezin kir. Wek her çalakiyên mezin ku li pey xwe kesan dihêle, Zîlanê jî li pey xwe gelek kes ava kir.

Ji koza xwe, xwe afirand.. Sema

Piştî Zîlanê 2 sal şûnde dengê Sema Yuce hat bihistin.Semayê di zindanan de bersiv da banga azadiya Zîlanê û di 17’ê hezîrana 1998’an de jiyana xwe ji dest da. Semayê got: “Ax ez bişewitim, ez bibim parçeyên atomê, ez bibim hişmendiya bawerî û azadiyê; Ez bibim tirêjên rojê yên li ser porê Zîlanê bûne têl têl: Ez bibim serok Apo ku bûye bîhna welatê min, Ez bibim Zilan, cotek çavên ku li milê min danîne.” Semayê axaftinên Abdullah Ocalan yên 8’ê Adara 1998’an guhdarî û çalakiya xwe pêk anî.

Semayê bedena xwe da ber agir û nîşan da ku ew ne efsûneke, di rastiyê de hatiye jiyîn û heqîqeteke. Çalakiya Semayê xwedî wateya ku ji koza xwe, xwe afirandiye.
Semayê di nameya ku hişt de got: “Çawa ku li asîmanan du roj tine û wê tinebe, ji bo mirovekî ji bo jinekê jî du rêbazên jiyanê tine, du navendên moralê nekare hebe. Dema van hevokan dinivîsim, ez di alî fikr, moral û jiyanê de, dema ku Rêber Apo dikim yek navendê ye.”

Gulana ku li pey xwe gelek Gulan hiştin..

Di 7’ê Hezîrana 2002’an de Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) derket sahneya berxwedanê. Gulanê jî sond xwaribû ku wê di rêya Zîlan û Semayê de bimeşe. Jinên fedayî wek xetekê girt dest û ket nava hewldanên pratîk. Di 7’ê Hezîranê hat qetilkirin û hevalên wê yên têkoşînê di nivîsên ku nivîsan de ev îfade bikaranîn: “Bi pêşengiya Gulanê bi şîara ‘Fedayîtî xweseriiya jiyan dike ya Apoye.’ wek pergal xwe rêxistin kiriye. Heval Gulan yekser perwerdehiya Rêber Apo girtiye û tiştên ku ji wî hîn kiriye, di pratîkê de nîşan daye. Di şer de rola fermandariya pêşeng girtiye. Heval Gulan beyî teredut têkoŞîn meşandiye û bi baweriya ku têkoşîna xwe bigihîjîne serkeftinê, têkoşîn meşandiye. Di pêvajoye ku li dijî tevgera azadiya Kurd êrîş zêde bûne de, hevala Gulan hedef hatiye girtin. Ji ber ku Gulanêbi sekna xwe planên hêzên komploger asteng dikir. Van hêzan di 7’ê Hezîrana 2002’an de bi rêbazên hovane helva me Gulan qetilkirin û gihişt şehadetê. Bêguman ew negihiştin armanca xwe. Hevala Gulan li pey xwe bi hezarna kes hiştibûn.”

Bi ruhê berxwedana her sê jinan pêngava 1’ê Hezîranê

Dîrok ne tesadufe, xwe dispêre yekbûna rastiyan û watedarkirina wan. Ruhê berxwedan û sekna fedayî ya her sê jinan di pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an de zindî bû. pêngava 1’ê Hezîranê ku wek ‘Sekan li dijî tasfiyekaran’ bê navkirin, ne tenê ji Zîlan Gulan ûSemayê ji ruhê hemû jinan û berxwedêran girtiye.

(hu)