Dayikên Yilmaz û Vedat qala bîranînên wan kirin
12:01
JINHA
ŞIRNEX - Yilmaz Encu yê ku bi hevalê xwe Vedat Encu re çûbû qaçaxiyê û piştî wî jiyana xwe ji dest da, di demeke kin de di dawetekê de cilan li xwe bike dikeve riyên karwanê. Nizanibû bi hevalê xwe yê herî nêzîk ve dê li cem hev bên definkirin, di riya ku derket de jiyana xwe ji dest da ji dayika xwe re xeyalên xwe û rûyê xwe yê bi ken hişt.
Du ciwanên ku hêviyên wan jî qasî dilên wan mezin bû bi hevre derketin riya ku dewlet dibêje qaçax lê ew dibêjin bazirganiya sînor. Vedat û kurxalê wî Yilmaz di heman demê de hevalên hev bûn û ji ber ku gelek nêzî hev bûr di karwanê ji 40 kesan pêk dihat bi hevre meşiyan. Wekî xizmên xwe yên di 28'ê Kanûna 2011'an de ji bo xeyalên xwe pêk bînin derketin rê. Vedat ji bo ku bi hêviya bibe bijîşk dixwest lêçûnên dibistanê bi cih bîne. Yilmaz jî ji bo ku di daweta xizmên xwe yên ku dê di demeke kin de bizewicin cil li xwe bike dixwaze cil bikire. Herdu ciwanên ku emrê war bihevre derbas dibe, bihevre jî ji ber topên ji tankan canê xwe dan.
Li Mêrsînê bêyî dayika xwe nikare bimîne...
Bi vî qatlîamê re wekî jiyana wan xeyalên wan jî nivco dimîne. Yilmaz Encu ji ber bêderfetiyê di pola duyemîn de lîseyê nivcî dihêle. Di salên dawî de jî dixwaze ji derve bixwîne. Yilmaz ê li cem operatorê kepçeyê dixebite ji ber ku zêde pereyê wî nayê dayîn mecbûr dimîne biçe qaçaxê. Yilmaz ji aliyê hemû kesan ve bi rûkeniya xwe û henekên xwe ve tê nasîn. zivistana borî jî diçe Mêrsînê lê li dayika xwe digere û dibêje "ez nikarim bêyî te bijîm" û vedigere nizane ku dê bi temamî ji dayika xwe qut bibe.
Dema birîndarbûn nekarîn hevdu bibînin...
Dayik Zeynep Encu anî ziman ku nedixwest kurê wê biçe qaçaxê û ji ber ku bi birîndarê kurê xwe nedîtiye êşa vî dijî. Zeynep anî ziman ku piştî ku bihistiye kurê wê bi birîndarî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê çûne wê derê û wiha axivî: "Dema ku birin Qilabanê min xwest di ambulansê de bibînim lê leşkeran destur nedan. Her alî polîs bû. Piştre birin Şirnexê. Tenê bavê wî girtin hundir. Em li têkitina Şirnexê di nîzamiyeyê de dan rawestandin, bavê wî tazî kirin û wisa ggirtin hundir. Gotin destên xwe rakin. Serê sibehê di 4'an de em vegeriyan. Piştre careke din em çûn me cerdevan jî xist navberê ji bo ku me bigirin lê negirtin hundir."
Zeynep da zanîn ku bi emeliyatê ve piyê kurê wê hatiye jêkirin û ditirsiya ku kurê wê seqet bimîne lê niha êşa windakirina wî dijî. Zeynep ya ku ji bo kurê wê bixebite şandiye Mêrsînê û wiha got: "Min ew şand Mêrsînê 3-4 mehan me lê piştre gote dayê ez bêyî nikarim. Min nedizanî dê wisa be." Zeynep diyar kir ku ji ber ku berpirsyarên qatlîama din nehatine dîtin heman qatlîam hatiye dubarekirin.
Êşa 36 ciwanan...
Jinapa Yilmaz Encu, Sakîne Encu jî diyar kir ku kesên li Roboskê jiyana xwe ji dest dan hemû xizmên hev in û êşa hemûyan jî di hundirê xwe de dijîn. Sakîne bilêv kir ku piştî qatlîamê dewletê soz daye ku li gund deriyê sînor veke lê tiştekî bi vî rengî pêk nehatiye, ji ber vê yekê jî ciwanên vê derê neçar in biçin qaxaçê., li metropolên wekî Stenbolê yên Tirkiyeyê mafê jiyanê û xebatê ji bo kurdan nayê dayîn.
Sakîne bi berdewamê de wiha got: "Ev cara duyemîn e ku li Roboskê qatlîamekî wisa pêk tînin. Em feqîr in, li vê derê sewalkarî tuneye, çandinî tuneye em neçar in biçin. Bav û kalên me jî di vî riyê de bimirin jî çûn sînor, mecbûr bûn. Karekî din tunebû. Li Roboskê qatlîamekî bi vî renî kirin destên xwe kirin qirika me. Piştî ku li Roboskê qatlîam kirin Cizîr û Şirnex şewitandin. Malên kurdan şewitandin. Dİxwazin têk bibin lê kurd dê winda nekin em natirsin."
Sakîne got ku çiya jî li kurdan qedexe dikin û Sedam ê ku gelê kurd qetil kiri bi bîr xist û anî ziman ku yên ku zilmê dikin jî dê heman aqûbetê bijîn.
(kom/zt)