Ji bo rojnamegerên girtî 'rojên şahidiyê' despêdike
12:14
JINHA
AMED - Cemiyeta Rojnamegerên Azad ji bo nûçegîhanên girtî bi silogana "Dest nede mafê min ê nûçeyan" dest bi kampanya "Rojên şahidiya rojnamegerên girtî" dike. Starta Rojên Şahidiya Rojnamegerên Girtî di 2 Hezîranê de startê dide.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad, ji bo balê bikşîne ser rojnamegerên girtî û bixwaze şahidiyê ji wan re bike, bi silogana "Dest nede mafê min ê nûçeyan" dest bi kampanya "Rojên şahidiya rojnamegerên girtî" dike. Starta Rojên Şahidiya Rojnamegerên Girtî û rojnamegeriya dildar di 2 Hezîranê de startê dide. Cemiyeta Rojnamegerên Azad dê di 2'ê Hezîranê roja pencşemê de li ber Edliya Amedê dest pê bike û heta 30'ê hezîranê her pencşem çalakiya Şahidiya Rojnamegeran bike. Hempişe û hevalên rojnamegerên girtî dê her pencşem li ber edliya Amedê kom bibin û hem şahidiya hevalên xwe yên girtî bikin û hem jî dê li şûna wan nûçegîhaniya dildar bikin. Dê gelek rojnamegerên navdar ên Tirkiyeyê jî bên vehewandin û tev li nobetê bibin. Ji bo xebatê bang li gelek rojnamegeran hat kirin.
Dê tora nuçegîhanên dildar bê avakirin
Li aliyekî ji bo piştevaniya rojnamegerên girtî dê çalakî bê lidarxistin, li aliyê din ji bo nûçeg3ihaiya dildar dê bang bê kirin û tora rojnamegeriya dildar dê bê avakirni. Cemiyet di serî de ji bo 13 nûçegîhanên DÎHA yên girtî dê şahidiyê bike û li şûna wan dildariya nûçeyan bikin.
Li ser navê Rojnamegerên girtî yên DÎHA li Sîlopiyayê li ser navê Nedîm Oruç, li Cizîrê li ser navê Nuri Akman, li Nisêbînê ser navê Meltem Oktay, li Geverê ser navê Nedim Turfent, li Êlihê ser navê Bilal Guldem, li Amedê ser navê Mazlum Dolan, li Wanê ser navê Ziya Ataman û Şermin Soydan, li Stewrê li ser navê Abdulkadir Turay, li Dîlokê ser navê Mehmet Hakki Yılmaz û Nazım Daştan, li Antalyayê ser navê Feyyaz Irmak û li Sakaryayê jî dê ser navê Muhammed Dogru nûçe bên şopandin û agahiyan ji civakê re ragihînin.
'Divê her kes hestiyar tev bigere'
Têkildarî xebatên kampanyayê Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) Nevin Erdemir, diyar kir ku ew li bendê ne ku hem kampanya nobedariya dildar û hem jî Rojên Şahidiya Rojnamegerên Girtî gelek rojnameger beşdar bibin û bang li hemû rojnamegeran kir ku hestiyat nêzîk bibin. Nevin, diyar kir ku kesên îro li hemberî Rojnamegerên Kurd bêdeng biminin dê sibê dor bê wan jî.
Dê îmzeyan teslîmî Wezareta dadê bikin
Nevin, da zanîn ku heta niha nêzî 40 rojnameger girtî ne û ji bo rojnamegerên girtî bên berdan kampanya îmzeyan dabûn destpêkirin û wiha got: "Em dê di 2'ê Hezîranê de Hezar û 250 îmzeyên ku me kom kirine em dê radestî Wezareta Dadê bikin. Em dê li dijî zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran bêdeng nemînin. Em dibêjin pîşeya rojnamegeriya rast di bin talûkeyê de ye û divê kes li hemberî êrîşên li djî rojnamegeriyê bêdeng nemînin. Di 2'ê Hezîranê Roja Pencşemê em dê li ber Edliya Amedê daxuyanî bidin û startê bidin."
(kom/zt)