Meclisa Herêma Babê hate avakirin

14:57

JINHA

EFRÎN - Di bin dirûşmeya "Dest bi dest ber bi civakeke azad û demokrat ve" gelê herêma Bab û gundewarên wê avakirina Meclisa Rêveberiya Herêma Bab ragihandin.

Li navenda Tevgera Ciwanên Rojava a Rûken, bi amadebûna endamên Meclisa Herêmên El Şehba û Meclisa Rûspiyên herêmê, Lijneya Têkiliyên Dîplomasî ya herêmê, Hevgirtina Nîştimanî ya Demokratîk û bi tevlîbûna gelek endamên ji pêkhateyên herêmê yên cuda , di bin durûşmeya "Dest bi dest ber bi civakeke azad û demokratîk ve" bi tevlîbûna gelê herêma Babê civîneke berfireh li dar ket û di encamê de avakirina Meclisa Herêma Babê hate ragihandin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin despêkir û axaftina vekirinê ji hêla Fîdan Osman ve hate kirin. Fîdan di nava axaftina xwe de li ser giringiya avakirina meclisê wiha axivî: "Armanca avakirina vê meclîsê ew e ku êdî gelê herêmê bi xwe dikare xwe bi rê ve bibe û parstina heremên xwe bike. Di avakirina vê Meclisê de rolekî mezin ê QSD'ê heye ku kariye gel û ciwanên herêmê li ser bingehê xweparastinê li dijî êrişên çete û xwefiroşan bi rêxistin bike û ev jî ji avakirina vê Meclîsê re bûye bingehê hevgirtina gel û pêkhateyan."

Her wiha bi navê Meclisa Rûspiyên Herêma El Şehba Cemal Elo axivî. Paşê gelê Herêma Babê ji bo Hevserokatiya Meclisê Parêzer Ehmed Hemo û Fîdan Osman hilbijartin. Peyama ragihandina avakirina
Meclisa Herêma Babê jî, ji aliyê hevserokê Meclisê Ehmed Hemo ve hate xwendin. Di dawiya civînê de Ehmed Hemo bang li QSD'ê kir ku bi hev re, dest bi dest heremên Bab jî ji çeteyan rizgar bikin û biparêzin."

Hate hînbûn wê deste û endamên meclisê jî di demên pêş de werin avakirin.

(fr/hs/rc)