Endama YPS-JIN Antika Acar ber bi bêdawiyê ve hat oxirkirin

16:38

JINHA

AGIRÎ - Endama YPS-JIN'ê Antîka Acar a li Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest da, piştî cenaze ji hêla malbatê ve hat wergirtin li navçeya Bazîdê hat definkirin. Di merasîma cenaze de dayika Antîka Acar Fatma Acar axivî û ev tişt got: "Keça min şervanê azadiya ye, şehîda azadiyê ye. Riya ku ji hêla Rêber Apo ve hat vekirin keça min tê de meşiya ez bi wê serbilind im."

Di 24'ê Gulanê li ser riya navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê di navbera şervanên YPS-JIN û hêzên tirk de şer derketibû, di şer de endama YPS-JIN'ê Antîka Acar (Zerya Cirav) jiyana xwe ji dest dabû. Cenzeyê bi merasîmekî li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hat definkirin. Navçeya ku derabeyên dikanan hatin peyakirin, ji hêla hêzên dewletê ve hat dorpêçkirin. Cenazeyê antîka li ser riya Wan û Ebexê hat pêşwazîkirin û li vir birin gundê Karabulutê. Di merasîma cenaze de parlamenterên HDP'ê, rêveberên HDP, DBP û TUHAYD-DER'ê jî di nav de bi sedan kes beşdar bû. Di merasîma cenaze de dirûşmên ewkî "Bijî Serok Apo", "Be Serok jiyan na be", "PKK tolhildan" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

'Keça min şervana azadiyê bû'

Piştî rêzgirtinê dayika Antîka Fatma Acar bang li gelê kurd kir ku xwedî li destkeftiyên hatin afirandin derkeve û wiha axivî: "Keça min şervan û şehîda azadiyê ye. Riya ku ji hêla Rêber Apo ve hat vekirin keça min tê de meşiya, ez bi wê serbilind im. Di têkoşîna azadiya kurdan de min du zarokên xwe şehîd dan."

(zt)