Hemleya rizgarkirina bakûrê Reqa bûye hêviya jinan

09:06

JINHA

HESEKÊ/KOBANÊ - Jinên bajarokê Holê ya ku dikeve Rojhilatî Hesekê û Koçberên Reqayê ên ku li Kantona Kobanê bi cih bûne diyar kirin ku ew bi hêviyê rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê ye.

Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (QSD) di 24'ê Gulanê de ji sê aliyan ve "Hemleyê Rizgarkirina Bakûrê Raqayê" dan dest pê kirin. Hemleyê rizgarkirinê ji aliyê gelan ve bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin. Jinên ku ji Reqayê koçî Kantona Kobanê kirine diyar kirin ku ew dixwazin di demek nêzde vegerin warên xwe û jinên bajarokê Holê a ku dikeve rojhilatê Heseka Kantona Cizîrê jî gotin, "Em di nav hêvî û baweriyên pir mezin de ne ku QSD'e wê bi ser bikeve, ji ber ku armanca hêza me rizgarkirina Sûriyê ji qirêja çeteyan e."

'Em bi hêvî ne QSD'e bi ser bikeve'

Fatma Îbrahîm: Hemleya Rizgarkirina Reqayê wê ji hêla hêzên ku parastina jiyaneke azad dikin, QSD'ê bi awayeke serkeftî encam bibe. Em di nav hêvî û baweriyên pir mezin de ne ku QSD'e wê bi ser bikeve. Ji ber ku armanca hêza me rizgarkirina Sûriyê ji qirêja çeteyan e. Em di welatekê de dijîn li ser esasê biratiya gelan. Lewma tu cûdabûn di nav bera Kurd, Ereb û Sûriyan tine. Têkoşîna me hevbeş e."

'Bi temamî Reqa dê rizgar bibe'

Meryem Elî: Em dixwazin axa Sûriyê ji çeteyên ku kiryarên dij-mirovahiyê di bin navê Îslamê de dikin, rizgar bibe. Hêviya me pir mezine ku hemû Reqa bi temamî di demeke kin de rizgar bibe."

'Bila gelê Reqayê jî heman kêfxweşiyê bijîn'

Coza El hemed: Ez ji xwedê dixwazin ku wan biparêze. İnşallah ji bo ewlehiyê vegerînin Sûriyê QSD'ê di hemû hemleyên xwe de bi ser bikeve. Ez li bendê me ku hêzên QSD'ê bajaran ji destên çeteyan rizgar bikin û her kes vegere mala xwe. Ez niha li mala xwe me û pir kêfxweşin ku Hol ji destên çeteyan derketiye û ev gişt QSD ji mirovahiyê re pêşkêş kiriye. Niha em dixwazin heman kêfxweşiyê ji bo gelê Reqayê bibînin."

'DAIŞ pir zordestî li me dikir'

Delal Ebdûlrezaq: Em ji ber tehdîta DAIŞ'ê ji bajar reviyan. Niha em dibînin ku DAIŞ fetisiye û nikare pêş ve biçe. Em ji bo hêzên QSD'ê serkeftinê dixwazin. Em dixwazin DAIŞ ne tenê ji bajar ji tevahiya welatê Sûriyê derkeve. DAIŞ pir zordestî li me dikir, gelek zalim bûn, nedihiştin kes derkeve, zor li me dikirin. Em hêvîdarin QSD pêşve biçe û em jî vegerin malên xwe."

'Ger bajar azad bibin her kes dê vegerin warê xwe'

Dilber Hemo: Em li bendê ne QSD'ê bajar azad bike. Bila di jiyana me de gule tune bin. Em bi tirs dijiyan. Tehdît li ser gel dikirin, nedihiştin em derkevin derve. Niha em dixwazin vegerin malên xwe. Ji ber êrîşan, zarokên me belavê cîhanê bûn. Hin ji wan çûn Tirkiyê, hin çûn Ewrûpa. Ger bajar azad bibe, herkes dê vegere ser mala xwe. Ez serkeftinê ji QSD'ê re dixwazim. Em li pişt wan in. Em pir kêfxweşin ku dibînin ew pêşve diçin. Dilê me bi vê hemleyê pir fireh bûye. İnşallah em ê vegerin bajarê xwe. Dilê me dike ji şadiyê bifire. Destên me di nav destên hêzên QSD'ê de ye."

'Gelê Reqayê pir êş kişandin'

Xedîce Yehya: DAIŞ'ê em bi tehdîtê derxistin, gotin Kurd dernekevin em ê wan bikin girtîgehê. Em jî derketin. Pir kesên Kurd bêyî ku guneke wan hebe, xistin hundirê qefesan û şewitandin. Bi ser navê Xwedê însan serjêdikirin. Zarok, jin dixistin girtîgehê. Em dixwazin Reqa zû rizgar bibe û em vegerin malên xwe. Gelê li Reqayê pir êş kişandin, divê êdî xweşiya azadiyê bijîn. Em li pişt hêzên QSD'ê ne."

(kom/en/rc)