Ji bo girtiya biçuk Bêrîtan û dayîka wê banga lezgîn
09:48
Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED - Ji bo Remziye Tosun û zaroka wê ya du salî Bêrîtan ku di 3'ê yê adarê de ji nava Surê bi vekirina korîdora ewlehiyê derketin û hatin girtin, niha jî li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimînin û tenduristiya wan nebaşe banga lezgîn kirin.
di 3 yê adarê de bi vebûna korîdora ewlehiyê di nava 19 sivîlên ji nava Surê derxistin de Remziye Tosun jî hebû. Remziye bi îdiayên 'endama rêxistinê' û 'gunerîna makezagonê' li gel zaroka wê Bêrîtana du salî girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Ji ber ew pêvajoya Remziye û Bêrîtana xwe di nava Surê de mayî ji ber gazên avêtine nava Surê bandorbûne û nexweşî bi wan re zêdebûye. Ji bo rewşa Remziye û zaroka wê jinên girtiyên siyasî ji bo ajansa me nameyek şandin.
'Rîska belavbîna nexweşiya wan heye divê lezgînî bên tedawîkirin'
Nameya ji aliyê jinên girtî ve hatî şandin wihaye; "Bêrîtan Tosun a ku demdirêj li nava Surê mayî, ji ber gazên kimyayî yên karanîne û şerê hatî jiyankirin bandorbûye. Ser bedena wê birîn derketine. Ji ber ku şertên girtîgehê nebaşin, bi awayek rêk û pêk nayê tedawîkirin. Ji ber temenê wê yê biçuk li gel dayîka xwe dimîne. Divê Bêrîtan bi lez bê tedawîkirin, ji ber ku birînên ser laşê wê dixwrhin û rîska belavbûnê heye."
'Ji hem salên xwe jiyanek cuda dijî, bi mirinê re dilîze'
Di nameya ku têde hatî diyarkirin ku ji ber Bêrîtan û dayîka wê Remziye hemû jinên girtiyên li gel wan dimînin neçarin derman bixebitîn in de wiha hatiye berdewam kirin: "Em neçarin her 15 rojan kincên wê di ava kelî de dikelînin. Ji ber şertên girtîgehê ev rewş zor derbasbibe. Bêrîtan di şertên girtîgehê de di 31'ê gulanê de ket salek nû de. Di rastiyê de hewcebû ku Bêrîtan li gel hem salên xwe di nava park û cihên ayîdê xwe de jiyan bikirana. Şertên jiyana Bêrîtanê ji zarokên dinê gelek cudaye. Lîstokên pêdilîze jî gelek cudane. Bêrîtan zarokek a ku bi mirinê dilîze ye."
Jinên girtî ji bo tedawiya Bêrîtana biçuk banga hestiyariyê li her kesê kirin.
(zt)