Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn dema Qursdayînê ye
09:49
JINHA
AMED - Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê dema qeyda qursên havînê destpê kir. Qûrsên îsal dê di 10 beşên hûnerê de perwerdehî bê dayîn.
Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn ya ku di gelek beşan de xebatê akademîk dimeşîne ji bo bihara 2016'an jî dest bi qeyda qûrsên havînê kir. Îsal him ji bo zarokan û him jî ji bo ciwanan weke du beş dê di 10 beşên hûnerê de perwerdehî bê pere bê dayîn. Di qûrsên îsal de ji bo zarok û ciwanan gitar, tenbûr, keman, lîstikên forklorîk ên gel, wêne xêzkirin û kişandin, tenê ji bo ciwanan bilûr, sinema û şano û tenê ji bo zarokan jî qûrsa dramayê dê bê dayîn.
'Ji çandê dûrketin wendakirina pêşerojê ye'
Der barê vê mijarê de cîgira hevşaredaran Nesrîn Keskîn daxwiyaniyek da got, Nevenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn çanda Kurdan ji bo bigihîne nifşê nû di warê pêşdebirina perwerdehiya akademik de deriyê xwe ji herkesî re vekiriye û wiha domand; "Ji çandê dûrketin wendakirina pêşerojê ye. Ji ber vê navenda me ya çandê ji ber ku çand û hûnerê nîşanî nifşê nû dide pir giring e. Ji alî 25 mamosteyên pispor li polan perwerdehiyê tê dayîn. Heta îro navenda çandê derfetên ku ragihand bi hezaran kesan fêde jê dîtin. Qeydên me ên îsal heta 10'ê Pûşperê dê berdewam bike." Qurs ji 11'ê Pûşperê şûn de dê bên dayîn."
(rc)