Walatiyên Surê: Tenê sedema xirakirina Surê dewlete
10:05
JINHA
AMED - Walatiyên piştî 'qedexeya derketina kolanana' ku bûne şahide wehşeta dewletê ya li Surê hatî jiyan kirin wiha vegotin: "Dijmintiya dewletê ya li hember Kurda carekdin hat xwuyakirin. Li Surê li hember terora dewletê berxwedana gel hebû. Sedema xirakirina Surê dewlete."
Li navçeya Sura Amedê 2'ê kanuna 2015'an 'qedexeya derketina kolanan' hatî îlankirin heya niha berdewam dike. Tenê li 14 kolana qedexe bi dawî bûye. Bi hezaran mal hatin şewitandin, zarok, ciwan û jin hatin qatilkirin, cihên dîrokî hatin talan kirin, serê sewalên pirçiqî û bi van qatlîama diyar bû ku dewlet çawa nêzî mirov û xwezayê dibe. Her çiqas welatiyan zanîbûn malên wan hatine xirakirin jî bi hesret li benda roja qedexe dawî bibe herin malên xwe. Tenê di rojeva welatiyan de zilma ku dewletê li wan kiri ye heye. Welatiyên navçeyê piştî 'qedexeya derketina kolanan' beşek rabû hatin Surê û gotin: "Gel li hember terora dewletê li berxweda."
'Em ê tucar Surê ji wan re nehêlin'
Ayfer Can diyar kir ku ji bo ew ji mala xwe ya Surê derketiye poşman bûye û wiha berdewam kir: "Çi bibe bila bibe ezê ji vir pêde dev ji Surê bernadim. Me nedixwest em ji Surê derkevin lê hêzên dewletê em bi zorê derxistin. Min texmîn nedikir ku mala min we re vî halî. Yanî ez şaşwaz ne mam gava min xaniyê xwe di vî halî de dît. Me carek Sur ji neçarî terikand, em ê carek din dev ji malên xwe bernedin. Êdî em Surê bes ji wan re dihêlin."
'Tiştên hatine jiyîn ez nikarin bi peyva bînim ziman'
Sevda Aydin a ku piştî 'qedexeya derketina kolanan' ya Sura Amedê beşek rabûyî ji bo halê dawî bibîne ji Stenbolê berê xwe da Amedê û got ku ew nikare hestên xwe bi peyva bîne ziman. Sevdayê bilêv kir ku ev heftiyeke li kolanên Surê digere û got ku dema ew here Stenbolê tiştên hatin jiyandin wê ji hemû kesî re rastiyê bibêje û wiha dom kir: "Dema ez li Stenbolê min wiha texmîn nedikir ku Sur bi vî rengî hatibe xirakirin. Hîn jî hinek kolanên Surê qedexe ne. Ev talankirina ku li Surê hatî kirin mirov nikare bi peyvan bîne zîman. Ev cara yeke me ji Stembolê têm Sura Amedê. Mirov bûyerên tên jiyandin ji nêz ve bişopîne cuda ye. Dema mirov bi welatiyên Surê re di peyive dibe bersiva pirsa ku me li Tirkiyê digot 'acaba' çima dikir. Dema biçim Stenbolê ez ê van rastiyan yek bi yek ji gel re bînim ziman."
Sevdayê wiha berdewam kir: "Sedema talan kirina Surê dewlete. Fermana xirabike û talanbike dide polîsan dewlet bixwe ye. Ez bi dil bawer dikim ku ev şer şerê gelan e. Bila welatiyên li Tirkiyê vê rastiyê werin li Kurdistanê bibinin. Welatiyên ku bawernake dewletê Sur xira kiriye bila bên Amedê bibînin."
Cihê kombûna welatiyên Taxa Dabanogluyê Qafeya bi navê Lal -i Zaman ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye xirakirin. Merve Çîçek a ku çû qafe di wî halî de dît diyar kir ku hemû sedema va xirakirinan dewlete û wiha anî ziman: "Dijminatiya dewleta Tirk a li hember Kurda carekdin hat xwuyakirin. Dewlet dibêje me aştî anî, ka aştî tiştên kirin tenê mirin û talan kirin e. Dewlet tax seran ser dan ber topan û gelek sivîl qatilkirin. Di tu şeran de malên sivîlan bi vî awayî nehatiye xirakirin."
(dt/zt)