Li Nisêbînê îskenceya 'Hun bixêr hatin dojehê'

12:01

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê piştî dîmenên mîzansenê polîsan bi gotina "hûn bi xêr hatin dojehê" îşkence li sivîlan kiriye Bi strana "Olurum Turkiyem" ve jî îşkence li hunermend Erkan Benlî hatiye kirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî ku derket holê dîmenên hatine kişandin mîzansen e û hati hinbûn ku îşkence li sivîlan hatiye kirin. Li gorî agahiyên ku ji welatiyên hatine tehliyekirin hate wergirtin piştî ku sivîl ji taxê derketin ji aliyê Tîmên taybet ve hatin derbkirin û rastî îşkenceyên giran hatin. Piştî dîmemên ava fekiyan, av û kek tê dayîn bi gotina "Hûn bixêr hatin dojehê" dest bi îkenceyê kirine.

Hemû ji îşkenceyê hatin derbaskirin

Welatiyan diyar kirin ku bi zorê îfade bi wan dane îmzekirin piştî êrîşên tîman ji bo rapora tenduristiyê ew birine nexweşxaneşê li vir jî rastî heqeretên xebatkarên tenduristiyê hatine. Di dîmenên hatine kişandin de jibilî çend birîndaran şopêr derbê tuneye lê piştî binçavkirinê di tilî, pî, mil û serê hemûyan de cihên ku şikestine û di bedena wan de jî ji ber îşkenceyê şopên derbê hene. Ji zarokên hatin binçavkirin H.A. jî hate hînbûn ku tiliyên wî ji aliyê polîsan ve hatine şikandin û rastî heqeretê hatiye.

Îşkenceya 'Olurum Turkiyem'

Endamê Koma Sê Bira Erkan Benlî yê ku di dimenan de tê dîtin rastî îşkenceyê hatiye jî di bin çavan de îşkence lê hatiye kirin. Di îşkenceyê de strana "Olurum Turkiyem" pê dane guhdarkirin û xwestine vî stranê bibêje, dîsa tiliyên wî hatine şikandin.

(kom/zt)