Li Çiyayê Şengalê kelecana zarokan a girtina bawernameyan

12:08

JINHA

ŞENGAL - Li Çiyayê Şengalê zarokên Êzidî yên ku diçin dibistanê bawernameyên xwe yên dawiya salê girtin. Bi boneya roja wergirtina bawernameyan şahiyek hate organîze kirin.

Zarokên Êzidî yên ku ji fermana 73’an rizgarbûn, bi derfetên herî kêm û di nava şertên zehmet de diçin dibistanê û ji perwerdeya xwe qût nebûn. Li nava çiyayê Şengalê dibin konan de perwerdeya şagirtan tê dayîn. Xwendekarên ku ev sala duyemîn perwerdeya bi zimanê dayika xwe ango kurmancî dibinin, îro bi dawî kirin. Xwedekaran perwerdeya xwe ya dawiya salê bi dawî kirin. Bi boneya dawîkirina perwerdeyê şahiyek hate darxistin.

Bi giştî 9 dibistan hene, 35 mamoste 420 xwendekaran perwerde dikin. Dibistan ji refa 1 heya refa 4’an heye. Li dibistanê waneyên wekî; Zimanê Kurdî, birkarî, zanyarî, civak û jiyan, mûzik, werziş û wênesazî tê dayin. Her wiha refên 3-4 dersa olî ya ser baweriya Êzidî dibinin. Her dibistanek li ser navê cangoriyek yê Êzidî hatiye bi nav kirin. Şahî li gel Navenda Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê pêk hat. Şahi bi deqeyek rêzgirtin li ser cangoriyên azadiyê destpêkir. Piştre sirûda Ezidîxan ji aliyê zarokan ve hate gotin. Zarokên ku helbest amade kirin ji hevalê xwe re xwendin. Her wiha piştî helbestan bawernameyên zarokan li wan hate belavkirin. Zarokên ku pileya yekemin, duuemîn û sêyemîn di refên xwe de girtin hatin xelat kirin.

Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê Xoxê Cindî axivî û roja girtina bewarnameyan li zarokan û malbatên wan pîroz kir û wiha got: "Ev cara yekemîne zarokên me bi zimanê dayika û baweriya xwe perwerdê dibîne, ev jî ji bo gelê Êzdixanê cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye."

Piştre jî bavê cangoriyê YBŞ’ê Şehîd Şengal- Xelîl Salih axivî û roja girtina bawernameyan li malbat, mamoste û xwendekaran pîrozkir û Xelîl destnîşan kir ku îro zarokên wan ên ku ser baweriya xwe tên perwerdekirin, sibe ew pêşeroja Êzidîxan û gelê Şengalê ye.

Endamê Komîteya Perwerdê ya Dibistanan Cemal Sebrî jî diyar kir ku ew soz didin malbat û zarokan heya derfet di destê wan de hebin wê zarokên Êzidîxanê bê perwerde nehêlin û got: "Ji bo ku mirov civakekê ava bike, pêwîste mirov zarokê wê civakê perwerde bike. Îro ev dibistan û perwerdeya tê dayin fikir û baweriya Êzidiyane."

Piştî axaftinan şanoyên ku xwendekar û Navenda Çand Hûner amade kirî pêşkêş kirin. Şano li ser girîngiya perwerdeyê hate pêşkêşkirin.

Di dawiya şahiyê de zarokan helbest û stranên xwe gotin.

Xwendekara refa 4 Esma Xwedêda li ser girtina bawernameya hestên xwe wiha anîn ziman: "Ez îro pirr kêfxweşim ku dibistan îro diqede, ji ber ku dibistan bi zimanê kurmanciye em baş fam dikin û dinivîsîne. Dîsa mamosteyên me hemû Êzidî ne û gelê me ev jî cihê cûda yê kêfxweşiyê ye. Ez spasiya hemû mamosteyên ku îro ked ber me de dane dikim."

Xwendekarê bi navê Zeyd Xidir jî diyar kir ku ew îro gelekî kêfxweş e ji ber ku dibistana wan bi bi zimanê wan e û wiha pêde çû: "Ji ber ku kurmancî çand, ol û baweriya me ye. Dibistana me ya sistema nû ji dibistanê kevin yê Herêma Kurdistanê xweştire, ji ber li Dohukê zimanê erebî didan me û me fam nedikir. Her wiha dixwestin me bihelînin, lê îro dibistanên me yên li çiyayê Şengalê berevajî wê ol û baweriya me fêrî me dikin."

(kom/zt)