Li Şirnexê agir berdidin depoyên zexîreyan

12:25

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê piştî avahî û baxçeyan, niha jî agir bi depoyên êzing û erzaqan ên welatiyan dixin.

Li Şirnexê li hemberî daxwaza xwerêvaberiya gel êrîşên qirkirinê yên di bin navê "qedexeya derektina derve" de di 14'ê adarê de dest pê kirin didome. Di roja 80'mîn de jî bi obujan avahî tên rûxandin. Danê sibehê bi obusan taxên Yenî û Bahçelîevlerê bombebaran kirin. Piştî bombebaranê jî avahî yeko yeko ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin gulebarankirin û bi vê re tîmên taybet agir bi avahiyan xistin.

Her wiha li taxên Gazîpaşa, Aydinlikevler, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê jî agir bi gelek avahiyan xistin. Danê sibehê jî agir berdan baxçe û rezên li hawirdora Taxa Yeniyê. Li gel vê depoyên êzîng û erzaqana ên li baxçeyan jî yeko yeko hatin şewitandin. Bi vê re agir belav bû û şewat hîn jî didome.

Her wiha li bajêr liv û tevgera Herona jî bênavber didome.

(kom/zt)