Ji bo îfadeyê gazî Nalin Tunç kirin

13:01

JINHA

ŞIRNEX- Ji bo îfade dayînê gazî keça Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku di êrîşên qirkirina nijadî de li Cizîrê hatî qetilkirin Nalin Tunç kirin.

Ji bo îfade dayînê gazî keça Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku di êrîşên qirkirina nijadî de di jêrzemînên Cizîrê de qetilkirin û şewitandin Nalin Tunç kirin. Nehat zanîn ku ji ber çî Dozgerê Cizîrê ji bo îfadê gazî Nalin kiriye.

Berî niha jî polîsan ji bo îfadeyê gazî bavê Nalin Mehmet Tunç kiribûn ji bo îfadê û pirsa "Mehmet Tunç li kuye" kiribûn.

(kom/zt)