Kêfxweşiya azadkirina gund ji çeteyan

13:24

JINHA

KOBANÊ – Piştî ku gundê “Mustefa Hemdanê” ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, welatiyên gudn bi gotina "Ji îro û şûnde em ê azad jiyan bikin" kêfxweşiyê xwe anîn ziman û Ftêm Hemdan jî wiha got, "Çeteyan ji bo jinan hezar hincet digotin ku dernekevin û bi çavekî dijmirovahî li jinan dinerîn. Jin jî tenê wekî objeyek zayendî didîtin. Îro jî ez pir kêfxweş im ku gundê me ji çeteyan xelas bûye."

Di roja yekemîn a ‘Operasyona rizgarkririna Minbicê’ de li baskê rojava-başûr Bendava Tişrîn gundê Mustefa Hemadê ku 5 km li rojava-başûrê Bendava Tişrîn dikeve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Li vî gundî gelek çete hatin kuştin û gelek zexîre jî ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ve hatin desteserkirin. Welatiyên gund ku bi nûçegîhanê ANHA’yê re axivîn, êş û azarên ji ber kiryarên çeteyan kişandine, vegotin.

'Ji îro şûnda em ê azad jiyan bikin'

Îbrahim Haci diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ’ê gundê wan dagir kiribûn jiyana wan ne tu jiyan bû û wiha got, "Her tişt bi temenekî buha dihat û taybet her kîsek nan bi 500 L.S me dikirî. Ji ber buhabûna şekir me çayê venedixwar. Ji ber tirsa çeteyan em nikarîbûn derkevin derve û wan sedemê vê yekê jî nedigotin. Piştî ku şervanên Meclîsa Minbicê ya Leşkerî û em ji zilma çeteyan xelas kirin, em pir kêfxweş bûn. Ji îro û şûnde em ê azad jiyan bikin."

'Tola hevjînê min hat rakirin'

Ebdullah Qadîr anî ziman ku dema ew ji şamê hatî gundê xwe welatiyên gund gotin ku çeteyên DAIŞ’ê mayîn li ber mala wî bicih kirine, ew mayîn teqiya ye û wiha pêde çû, "Di encamê de hevjîna min jiyana xwe ji dest da. Piştî ku hevjîna min bi mayîna çeteyan jiyana xwe ji dest da, her sê zarokên min sêwî man. Her çiqas welatiyên ji çeteyan rica dikir ku mayînê li ber mala min bicih nekin, lê çeteyan guh nedidan axaftinên welatiyên. Lê bi rizgarkirina gundê me ji aliyê şervanên Meclîsa Minbicê ya Leşkerî û şervanên QSD’ê, ji çeteyên DAIŞ’ê tola hevjîna min hat rakirin û ez bi vê yekê pir kêfxweş im."

'Jiyan li vir beriya rizgarkirinê dujeh bû'

Mustefa Mihemed jî wiha got, "Moralên min pir bilind in. Em ji çeteyan xelas bûn. Jiyan li vir beriya rizgarkirinê dujeh bû, em pir kêfxweş in ku gundê me rizgar bû."
Hemîde Kesab bilêv kir ku kesên ku alîkariyê didin çeteyan kî dibe bila bibe ji çeteyan xerabtir in û wiha axivî, "Em îro pir kêfxweş in ku gundê me hat rizgarkirin û şervanan çekên çeteyan ku li peyî xwe hiştin, bidest xistin."

'Jinan tenê wek objeyek zayendî didîtin'

Fitêm Hemeda anî ziman ku ew îro azad digere û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dema ku çeteyan gundê me dagir kiribû, ez ji mala xwe derneketim. Çeteyan ji bo jinan hezar hincet digotin ku dernekevin û bi çavekî dijmirovahî li jinan dinerîn. Jin jî tenê wekî objeyek zayendî didîtin. Îro jî ez pir kêfxweş im ku gundê me ji çeteyan xelas bûye."

Êdî zarok dê perwerdehiyên xwe bidomîn in

Ji aliyekî din ve jî zarokan diyar kirin ku dema çeteyan gund dagir kiribûn ew ji mafê xwe yê perwerdehiyê mehrûm mabûn. Çeteyan ji wan re digot “An hûnê perwerdeya me bibînin an jî qedexe ye ku hûn biçin dibistanan.”

Mayîn dê bên paqij kirin dûvre gel dê vegerin malên xwe

Ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Ehmed ku ew jî di nava operasyonê de cihê xwe digre û beşdarî rizgarkirina gundê Mustefa Hemdanê bûye diyar kir ku piştî rizgarkirina gund wan ji bo parastina welatiyên sivîl ji mayînên ku çeteyan li gund çandibûn welatî hemû li cihekî bi ewle kom kirin. Îbrahîm diyar kir ku piştî ev mayîn werin rakirin wê her kes vegere cihê xwe.

(rc)