Dayika Hurşit Kulter: Ez kurê xwe bi saxî dixwazim
15:26
JINHA
ŞIRNEX - Dayika rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter Kerime Kulter, diyar kir ku kurê wê li ber çavan hat binçavkirin û li gel hemû şahidan 6 rojin agahî ji kurê wê nayê girtin. Kerime, anî ziman ku ew kurê xwe bi saxî dixwaze.
Rêberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter, di 27'ê Hezîranê de li ber çavan û şahidan hat binçavkirin û hêj agahî jê nayê girtin. 6 roj derbas bûn, lê hêj agahî ji Kulter nayê girtin. Dayika Hurşit Kerime Kulter a 55 salî anî ziman ku kurê wê bi saxî hatiye girtin û ew kurê xwe bi saxî dixwaze. Kerime, anî ziman ku çi dibe bila bibe ew dê bi şopa kurê xwe bikeve û ew bi saxî kurê xwe dixwaze û wiha got: "Kurê min ji bo siyaseta demokratîk û aştiyê axa xwe terk nekir. 6 rojin agahî ji kurê min nayê girtin. Em serî li hemberî dewleta tirk natewinin. Me ji bo dîtina kurê xwe Hurşit serî li hemû deriyan dan. Lê hemû înkar dikin ku Hurşît di bin çavan deye. Ez dê li hemû cîhanê li kurê xwe bigerim û kurê xwe bibînim. Em dê heta dawî tekoşînê bidin.
Kerime, da zanîn ku Erdogan ji bo îxtîdara xwe û serokdewletiya xwe mirovan dike xurbana xwe.
Pîra Hurşît a 85 salî Hatun Katar jî got: "Çi dibe bila bibe ez neviyê xwe dixwazim. Neviyê min ji bo aştiyê têkoşîya û hat windakirin. Em vê windahiyê qebûl nakin û em neviyê xwe bi saxî dixwazin."
(kom/zt)