Cenazê Ramazan Ogut piştî 5 mehan teşhis kirin

16:47

JINHA

AMED - Cenazeyê Ramazan Ogut ê ku li navçeya Sûrê di berxwedana xwerêveberiyê dejiyana xwe ji dest da piştî 5 mehan di encata testa DNA'yê hate teşhîskirin. Cenazeyên Rozerîn Çukur û Hakan Aslan ên ku di heman demê jiyana xwe ji dest dan hê jî nehatine teşhîskirin.

Cenazeyê Ramazan Ogut ê ku di 1'ê çileyê de li navçeya Sûrê ya Amedê jiyana xwe ji dest da piştî 154 rojan hate teşhîskirin. Cenazeyê Ramazan ji ber dorpêça li Sûrê li nêzî Paşa Hamami hatibû definkirin û bi cinazeyê jineke ku navê wê nehat hînbûn ve piştî ku malbatê cih nîşan da di 12-13'ê adarê de li pey hev hatibûn derxistin. Cenaze ji ber ku riziyabûn ji bo otopsiyê rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Nûmûneyên ji bo testa DNA di 17'ê gulanê de şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Di encama testa DNA'yê de hate teşhîskirin ku cenaze aydî Ramazan e.

Bavê Ramazan, Mîthat Ogut ê derbasî edliyeyê bû piştî karên fermî dê biçe nexweşxaneyê û cenaze werbigire. Cenaze ji wir dê bibin Goristana Yenîkoyê. Li bendê ye ku cenaze sibehê bê definkirin.

Ji Rozerîn û Hakan hê jî agahî tuneye

Der barê cenazeyên Rozerîn Çukur û Hakan Aslan ên ku heman demê jiyana xwe ji dest dabûn de hê jî encamek derketiye. Bavê Rozerîn Çukur, Mustafa Çukur diyar kir ku ew hînbûne ku cenazeyê Rozerîn jî li cem Ramazan Ogut hatiye definkirin û mînakên nûmûneyê ji bo testa DNA'yê şandine saziya tiba edlî. Mustafa got ku ji ber ku raya giştî bihistiyar nêzîk bûye rayedar bi zanebûn encamên testa DNA'yê dereng dixin û aşkera nakin, bi vî rengî naxwazin cenaze bi merasîmên girseyî bên definkirin.

Li aliyê din cenazeyê Hakan Aslan ê li Sûrê jiyana xwe ji dest da jî nehatiye teşhîskirin. Ji bo cenaze bê teşhîskirin malbatê di 1'ê nîsanê de nûmûneya xwînê dabû.

(zt)