Jinên Kobanî xebatên înşakirina jiyanê didomîn in
09:03
Zehîde Ehmed-Rabîa Êto/JINHA
KOBANÊ - Jinên Kobanê li beramberî êrîşên herî dijwar li ber xwe dan û niha jî di nav şertên zehmet de têkoşîna avakirina jiyanê didin. Jinên Kobanê cihên hatine wêran kirin jî kirine qadê jiyanê û ji hilberîna baxçeyê ku çandine hilberînê dikin.
Di encama êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê bi hevkariya dewleta Tirkiyê, piraniya Kantona Kobanê wêran bû, mal hilweşiyan, binesaziya bajar hate texrîbkirin. Lê jinên Kobanê çawa ku li dijî êrîşên herî tund ên çeteyan li ber xwe dan û destan nivîsandin, bi heman rûhê niha di nav xirbeyan de jiyanê şîn tînin. Ligel ku li ser herêmê ambargo heye jî û derî li ser wan hatiye girtin, ew bi hêviyeke mezin ji pêdiviyên herî piçûk sûd digirin. Jinan Kobanî gotin, "Tevî ku malên me hilweşiyane, em ji jiyana xwe razîne. Çawabe jî ev warê me ye, cihê ku em tê de mezin bûne, em ê vir dubare ava bikin."
'Ez axa Kobanê bi cîhanê nadim'
Şadiye Elî jî bi kedeke mezin li ser xirbeyan çandiniyê dike û dibêje ku ya girîng vegera ser axa xwe ye û wiha got, "Dema ku em ji koçberiyê vegeriyan tiştek li ber çavên me nehat, ya girîng ew bû ku em vegeriyan Kobanê. Ez axa Kobanê bi cîhanê nadim. Derdora me gitş xirabe bû. Me got em ê bi çi şêwayî jî bibe hertiştekê ji nûve heta ji dema berê xweştir bikin. Me xirbe hin rakirin. Hîna jî şûna guleyan li ser piraniya dîwarên Kobanê heye. Şûna wan di mala me de jî heye. Ev 50'î sale ez di vê malê de dijîn û ez bi biryarim careke din bi tu awayî ji vir dûr nekevim."
Şadiye behsê baxçeyê xwe yê li ser xirbeyan çêkiriye kir dike û wiha domand, "Ez fikirîm çawa bikim, dawiyê min got li ser xirbeyan jî dikarim sewzeyan biçînim Lewma min hin ax anî û li vir baxçeyeke piçûk çêkir. Dema min dît ku baxçe şîn hat, ez pir kêfxweş bûm. Baxçe reng daye taxê me."
'Çawa baxçe şîn hat Kobanê jî dê şîn bibe'
Hûda Îboya Ereb ji sibata 2015'an de li Kantona Kobanê bi cih bûye û ew jî ligel têkoşîna jiyanê baxçe di nava kêm derfetî ser xirabeyên bajêr çandiye. Hûda wiha got, "Tevî her tiştî me baxçeyeke xwe çand. Ez hêvî dikim careke din Kobanê vegere wek berê, çawa ev baxçe şîn hatiye Kobanê jî wisa dê şîn bibe. Derdora me giştî xirabeye, lê em niha jiyana xwe ji nûve ava dikin. Jiyana me gelek xweş e. Dema ku ez vê baxçeyê di nav van avahiyê wêran de dibînim, bi min be ku ez di cenetê de rûniştî me. Ez vê xweşiyê bi qesrê xelkê nadim guhertin."
Hûda bang li hemû kesên ku koçber bûne kir û wiha pêde çû, "Werin ser axa xwe, tevî ku malên me tune ne, ya girîng axa e, ne mal û milk. Kevir li ser kevirekê wê mal ava bibe. Tê gotin tiştek li Kobanê tune ye, sebze tune ye. Ez ji wan kesan re dibêjim ka werin binêrin ka tiştek heye yan tune ye."
(hs/rc)