'Têgeha 'mê' di rastiyê jiyanê de veşartiye'

09:06

Ronîda Hacî/JINHA

SERÊKANIYÊ- Têgehên mîna demokrasî, azadî, wekhevî, jiyan, çandînî, çand, xweza û hwd. pir gotin hene ku reng û berhemên keda jinê û di pir zimanan de jî wek gotinên mê bikar tên. Endama rêveberiya PYD'ê a bajarê Serêkaniyê Zehra Erdal jî derbarê van têgehan de lêkolîna xwe bi me re parve kir.

Bi hezaran sale jinan, jiyaneke tejî bedewî û bi berhem afirandiye. Dema mirov li civakê mêze dike baş dibîne ku jiyan bi jinê xweşik dibe. Keda jinê tim wê dikemilîne. Endama Rêveberiya PYD'ê Zehra Erdal jî demeke li ser têgehên mê lêhûrbûn dike û encamên ku gihiştiye ji me re vegot.

Zehra wiha got, "5.000 sale bi destên desthilatdaran li ser jinê û çanda xwedawend-dayikê şerek mezin tê meşandin. Bi rêya tunekirina vîna jinê hemû civak ber bi koletî û bindestiyê ve birin. Li şûna wê sîstema baviksalarî bi cih kirin. Bi vê yekê re jî mirov ji xwezaya wan dûr xistin. Desthilatdar dizanin bi tunekirina ronahî û keda jinê ya di nava civakê de, wê tarîtiya bêdawî û koletî bi cih bibe."

'Têgehên mê fikir û ramana jinê rave dikin'

Zehra balkişand ser têkoşîn û berxwedana jinan yê li hember pergala desthilatdariyê û wiha pêde çû, "Tevî ku hêzên desthilatdar bi her cureyî di kesayeta jinê de êrîşî civakê dikin, dîsa li hemberî wan gel têkoşîna xwe ya ji bo vegrandina xwezaya xwe ranewestandiye. Têgehên mîna demokrasî, azadî, jiyan, wekhevî, çand, çandinî, xweza û hwd. peyvên ku birastî ji fikir û ramana jinê rave dikin û hemû berhemên dayîka xwedawend in. Her yek ji wan jî bi wateya xwe xwedî dîrokeke kevin û tejî bedewî ye. Heya niha jî jin li beramberî sîstemên desthilatdar van têgehên mê pratîze dike. Ji bo civakeke azad têkoşîn dike."

'Têgehên mê jiyanê dikemilîn in'

Zehra bilêv kir ku jin afrîneriya jiyanê ye û wiha pêde çû, "Jin afrênera jiyanê ye, her dem bi rengê xwe bedewiyê dixuliqîne. Demokrasî, azadî, wekhevî têgehên girîngin ji bo azadiya civakê, ji bo jiyaneke birûmet. Çand û çandinî, xweza û jiyan bi tu awayî ji hev nayên cihêkirin. Lewma hewcehî heye ev têgeh yek bi yek were fêmkirin û pêk anîn. Tev jî bi ser xwezaya jinê ve diçin. Yanî ger mirov bi çav û nêrîna jinê li jiyanê binêre dê wateya van têgehan û şeklê pêkanîna wê jî bibîne."

Zehra îşare bi nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbarê jinê de jî kir û wiha dewam kir, "Rêber Apo di parêznameya xwe ya ya bi navê Parastina Gelekî de dibêje, ku 'Jin xwedî bandorekî mezin e li ser civakê, jin dikare careke din civakê vegerîne xwezaya wê û bi wê yekê jî civakê vegerîne jiyanê'. Divê jin berhemên xwe yên bi nirx û qîmetekî pîroz ti caran winda neke û heya dawiyê li wan xwedî derkeve. Ji ber ku ev berhem bi jiyanê re bûne yek. Eger yek ji wan ji dest were berdan tê wateya ku jiyan jî ber bi tunebûnê ve diçe. Lewma em têgehên mê ku jiyanê û civakê dikemilînin, bikin rista têkoşîna xwe û li ser vê bingehê têbikoşin."

(hs/rc)