Jinên Geverê: Emê Gevera xwe ji nû ve avabikin
09:07
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Pişti ku qedexeya derketina kolanan hat rakirin gelê Geverê vegeriyan malên xwe. Bi vegerê re jinên Geverê yên dest bi paqijîya malan kirin dan zanîn ku ewê bi destên xwe Geverê ji nû ve ava bikin.
Li Navçe ya Gevera Colemêrgê 80 rojan berxwedana YPS û YPS-JIN li hemberî hêzên dewletê bê navber berdewam kir. Her çiqas li Geverê taxên Orman, Cumhurîyet û Gongûrê operasyon dawî bubûn jî hêzên Dewletê malan xiradikin û şewitandin. Di 29 Gulanê de qedexeya derketina kolanan hat rakirin. Welatiyên ku vegeriyan navçe bi malên hilweşiyan û şewat re rû bir û man. Li hemberî vê yekê li Geverê jinan dest bi ji nû ve avakirina malan û paqijiyê kirin. Jinên Geverê diyar kirin ku ewê bi destê xwe ji nû ve Geverê ava bikin, û axa xwe terik nekin.
'Dewletê malên me xira kirin em zorî koçber kirîn'
Şemsî Erîkses, anî ziman ku her çiqas dewletê malên wan xira kiribin jî ewê bi destên xwe ji nû ve ava bikin û wiha axivi; "Em niha hatine Geverê dewletê bi mehan avahiyên me xira kirin û em bi zorî koçber kirîn. Her çiqas dewletê bi tang û topên xwe malên me xira kiribin jî, emê Gevera xwe ji nû ve ava bikîn. Wan bi van kirinan wisa difikirin ku ger ew avahiyên me, xira bikin em êdî venegerin ser axa xwe, lê emê ser axa xwe bin û malên xwe ava bikin em axa xwe tu car terik nakîn."
'Em dev jî axa xwe bernadîn'
Alya Erîkses ji diyar kir ku ew bi 4 zarokên xwe ve hat koçber kirin û wiha got: "Em niha dixwazin ku gelê me hemû bi hev re alîkariya me bikin, ji ber ku dewletê malên me tiştên me hemû şewitandin. Em vê yekê qebûl nakîn ez bi 4 zarokên xwe ve hatim koçber kirin. Çima malên me xira kirin. Dewletê bi keyfa xwe malên me şewitandin. Gava qedexe rabû em hatin Geverê me ev dîmen dît. Jiyan hêjta dawî nebû ye, em niha paqijiya malê dikin. Em dev ji axa xwe bernadin, emê bi hev re Geverê ava bikin. Em benda alikariya gelê xwe ne."
(zt)