Mehmetê biçuk bi lorînên dayîkan hat definkirin
09:08
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê Mehmet Bayik ê li Şirnexê di êrîşên qirkirinê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Avgamasiya hat definkirin.
Cenazeyê Mehmet Bayik (17) ê li Şirnexê di êrîşên qirkirinê de jiyana xwe ji dest da û li Saziya Tiba Edlî ya Deriyê Sînor a Xabûrê yê Sîlopiyê dihat rawestandin îro ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin. Malbata Bayik piştî cenazeyê kurê xwe wergirtin, piştî wecîbeyên olî li Goristana gundê Avgamasiya ji hêla sedan kesî ve hat definkirin.
Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Piştî merasîma cenaze dayika Mehmet diyar kir ku ew hêvî dike dilê Serokomar Erdogan ji bi vî şeklî bi êş û wiha got: "Kurê min bû zavayê Kurdîstanê. Em dê xwedî li tekoşîna wî derkevin.”
(kom/zt)