Koçberên Reqayê bang li QSD'ê kirin
09:13
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî/JINHA
SERÊKANIYÊ- Jinên bajarê Reqayê yên ku bi malbatên xwe re, ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê berê xwe dan Serêkaniyê û li Kampa Mebrûka bi cih bûne, bang li hêzên QSD'ê kirin ku bajarê wan ji çeteyan rizgar bikin.
Di 24'ê Gulanê, hêzên QSD'ê ji bo rizgarkirina Bakurê Reqayê ji çeteyên DAÎŞ'ê dest bi hemleya "Rizgarkirina Bakurê Reqayê" kir. Wekî tê zanîn beşek ji wê heremê di bin kontrola çeteyên DAÎŞ'ê de ye. Her wiha çete bajarê Reqayê wekî payîtexta xwe li Sûriyê didin pênasekirin. Ji ber êrîşên çeteyan jî gelek kes ji Reqayê ber bi bajarê Serêkaniyê a Kantona Cizîrê ve koç kirin û niha li Kampa Mebrûka bi cih bûne. Jinên koçbr bang li QSD'ê kirin ku herêma wan bi temamî ji çeteyan rizgar bikin.
'Çeteyên DAÎŞ'ê bi kiryarên xwe, jiyan li me herimandin'
Koçbera ku nexwest navê eşkere bibe wiha behsa desthiltî û zilma çeteyan kir: "Li Reqayê me rojên herî zehmet jiyan kirin. Rojên ku qet ji bîra ma naçin jî. Çeteyên DAÎŞ'ê bi kiryarên xwe jiyan li me herimandin. Derketina derve qedexe dikir, kesê ku derketiba jî divê dest, ling û rûyê xwe binuximîne. Jinên ku qaşo zagonên wan binpê kiriba, wê cezayê wê giran bidana. Mînak ya ku ev nekiriba wê bedel zêr an jî pere bidaya. An jî wê hevjînê xistibana zindanê de. DAÎŞ her kes îşkence dikir, ne zarok, ne jin û ne jî kal û pîran nas nake, tenê hovîtiya xwe ya ku mirovatiyê nas nake li ser sivîlan pêk tîne. Ji bo ku em ji van çeteyan xelas bibin, tenê hêviya me QSD'ê maye, banga me ew e ku QSD'ê Reqayê ji gemar û kirêtiya DAÎŞ'ê rizgar bike û me li cih û warên me vegerîne."
Her wiha koçbereke din a ku nexwest navê xwe bide jî wiha got, "Em ji ber zilm û hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê koçber bûn. Dema ku çeteyan sivîl dikuştin divê her kes amade bûya, kesê ku ne amede bû jî ew bi darê zorê tanîn. Ji bo ku em xwe û zarokên xwe ji hovîtiya wan rizgar bikin, me berê xwe da Kantona Cizîrê û em li Kampa Mebrûka bi cih bûn. QSD'ê û gelê Kantona Cizîrê em bi dilekî fireh pêşwazî kirin. Banga min ji bo QSD'ê ew e ku Reqayê jî ji çeteyan rizgar bike, baweriya me heye ku QSD'ê wekî ku heremên din ji çeteyan paqij kir, dikare di herêmên mayî de jî biserbikeve û gel ji wan xilas bike."
(hs/rc)