Êdî 36 zarokên dayikên Roboskiyê hene
09:24
JINHA
ŞIRNEX - Dilê dayikên Roboskê ku qet cilên reş li xwe nekirin, bi wêneyên zarokên xwe demek bû têkoşîna edaletê didan, careke din bi êrîşeke bombeyî hat şewitandin. Dayikên ku wêneyên di destên wan de zêde bûn bi vê yekê re êşên wan jî zêdetir bûn dayikên ku gotina "34 zarokên me hebûn niha bûn 36" bi kar tînin piştî qatlîama ku berpirsyar nehatin dîtin êşa qatlîama duyemîn dijîn.
Cara yekemîn di 28'ê Mijdara 2011'an de li gundê Roboske ya Qilebana Şirnexê di êrîşên bombeyî de bi dehan dayikan zarokên xwe di komkujiya artêşa tirk de winda kirin. Ew zarokên ku dayikên wan dê ji bo wan dawet bikira, dê ew bişandana dibistanê û dê serê wan bida ser çonga xwe, bi êrîşên bombeyî laşên wan hatibû parçekirin. Dayikên ku her çavên wan li riya sînor diqelibe û her kerwanê ku dikeve rê, careke din tirs li dilê wan diqelibe. Ewren tarî yên kumkujiyê ku li ser ezmanên Roboskê qet belav nebû, herî dawî di 29'ê gulanê de dîsa dilê dayikan şewitî. Dayikên ku qet ew cilên rej ji xwe nekirin û kenên li ser lêvên wan her dem nîvço ma, bi wêneyên di destên xwe de hêj têkoşîna edaletê didan, li wêneyên destên wan 2 wêneyên din jî hatin zêdekirin.
Yek jê dayika ku temenê wê bi pêş ketiye û têkoşîna wê ya bingehî êdî bûye edalet, yek jê jî dayika Hamza Encu yê di komkujiya herî dawî de hat kuştin Kadriye Encu ye. Dayika Kadriye diyar dike ku ew êdî dayika hemû şehîdên Kurdistanê ye û aşkera dike ku bombebarana herî dawî kumkujiya duyemîn e û wiha pêde diçe: "Tişta li hemberî me tê kirin zilm e. Zarokên me ji bo lêçûnên xwe yên dibistanê û cejnê karê qaçaxvaniyê dikirin, her gava ku ew dikevin rê û diçin, çavên me li riya wan diqelibe û em fikara dê tiştek bê serê wan dijîn."
Kadriye diyar dike ku bazirganiya li ser sînor di serdema kalê wan de heta niha tê kirin û wiha pêde çû: "Em dê teqes dest jê bernedin. Yên aliyê sînor jî tev xizmên me ne, dê tu carî me asteng nekin. Êdî em dixwazin sînorên di navbera me de bên rakirin em hemû bira ne. Bila me rihet berdin û axa me jî biterikînin."
Kadriye soza ku ji hêla Emîne Erdogan ve hat dayîn jî bi bîr xist û ev tişt got: "Me ji wê bawer kir. Me got kurê wê jî heye dê alîkariyê bide me lê nekir. Kujer diyar in her kes jî dizane. 34 zarokên min hebûn, lê bi vê komkujiyê re êdî 36 zarokên min hene. Ez dê heta mirinê li pey van komkujiyan bibezim, heta ku kujer bên cezakirin."
Dayika Selman Encu Semîra Encu da zanîn ku êdî hejmara zarokên wanên ku hatine kuştin derketiye 36'an û aşkera kir ku nehiştine cenazeyên Vedat û Yilmaz li gel ciwanên din ên ku hatin kuştin bên definkirin, vê yekê jî êşa wan hêj zêde kiriye û ev tişt anî ziman: "Dayika Yilmaz Encu xwest biçe nexweşxaneyê kurê xwe bibîne, lê leşker û polîsên dewletê nehişt. Em dê ji dewleta ku nahêle em zarokên xwe bibînin çi hêvî kin?"
Dayika Semîra got ku ew vê zilma ku Erdogan li wan dike ji Erdogan gilîdar in û destnîşan kir ku ew natirsin ew dê heta dawiyê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.
Halîme Encu ji bi lêv kir ku kesên ku hatine kuştin hemû jî xizmên hev bûn û bîranînên der barê zarokên xwe de bi nav gotinan anîn ziman: "Nehiştin ev zarok bibin zava, pêşî li mirazên wan dan girtin, nehiştin dawetên xwe jî bikin. Hin ji wan dergîstî bûn û ji bo xwe zêr standibûn."
(kom/zt)