Li Geverê wêneyên piştî qedexeyê
10:08
JINHA
COLEMÊRG - Li Geverê di qedexeya derketina kolanan de hêzên dewletê taybetî saziyên civakî hedef girtine û texrîb kirine.
Li Geverê piştî qedexeya derketina kolanan hat rakirin rûyê dewletê derket holê, hêzên dewletê saziyên wekî HDP, Buroya Belavkariya Firat ê, DÎHA, DBP û MEYA-DER hatin gulebaran kirin û şewitandin. Li Navçe a Gever a Colemêrgê hêzên dewletê taybetî saziyên civakî hedefgirtine û texrîb kirine. Di dema texrîbkirina saziyan de jî wêneyên jinên kurdên siyasetmendar û hunermend ên weke Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Ayşe Şan û Leyla Qasim gulebaran kirine.
Di nav saziyên ku hatin hedef girtin de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e jî hatiye gulebaran kirin. Balkêşbû ku odeya jinên HDP'ê hatiye belav kirin û wêneyên siyasetmenderên jinên kurd hatine gulebaran kirin.
(zyd/zt)